Nasnameya şervanê QSD ‘ê hate eşkerekirin

Navenda Ragihandina QSD’ê nasnameya Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê yê ku di 20 Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir.

Navanda Ragihandinê QSD’ê ev agahî da: “Hêzên me şerê li dijî terorê didomînin û rojane serkeftinan bidest dixin. Kesên ku rastiya şoreşa Rojava nas dikin, beşdarî nava refên berxwedanê dibin û li dijî komên çeteyan, nirxên mirovahiyê diparêzin. Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê jî tevlî Pêngava Xezeba Firatê bû û li dijî çeteyên DAIŞ′ê şerdikin.

Bi navê QSD′ê em sersaxiyê ji malbata Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê Xalid Ewad (Ensarî) re dixwazin. Em ê bi saya xwîna şehîdan têkoşîna li dijî komên çeteyan bidomînin û herêmên xwe rizgar bikin.”

Nasnameya Ferandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê yê jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:

Nasnav: Ensarî

Nav û Paşnav: Xalid Ewad

Navê Dayîkê: Xeyriye

Navê Bav: Mixtar

Cih û Dîroka jidayîkbûnê: Dêrezor

Cih û Dîroka şehadetê: gundê Ferar/20.02.2017