Li Baneyê kolberek hat qetilkirin

Hêzên dewleta Îranê şeva 5’ê Gulanê li herêma sînorê Hengejal ê li Baneyê êrîşî kolberan kir û yek qetil kir.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê ragihandî, şeva borî li herêma sînorê Hengejal ê li Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên dewleta Îranê êrîşî komek kolber kirine û di encamê de kolberek bi navê Eta Rostem Pur ê ji bajarê Seqîzê hate qetilkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku cenazeyê Eta Rostem Pur hîna li nexweşxaneya Selahedîn Eyubî ya Baneyê ye û radestî malbatê nehatiye kirin.

Ji serê meha Gulanê ve di encama êrîşa Îranê de, 3 kolber hatine qetilkirin û 3 kolber jî birîndar bûne.