Mertalên zindî yên xwestin biçin Cûdî rastî êrîşê hatin

Piştî ku şehîdgeha "Şehîd Cuma û Şehîd Binevş" a li Çiyayê Cûdî hat bombekirin, mertalên zindî xwestin biçin herêmê, lê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin gulebarankirin.

Piştî ku şehîdgeha "Şehîd Cuma û Şehîd Binevş" a li Çiyayê Cûdî hat bombekirin, mertalên zindî xwestin biçin herêmê, lê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin gulebarankirin. Di êrîşê de mertalek zindî hat birîndarkirin. Lê mertalên zindî nexwestin herêmê terk bikin û herêm tê bombekirin.

Piştî ku şehîdgeha "Şehîd Cuma û Şehîd Binevş" a li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê hat bombenkirin, vê carê jî balafirên şer qadên çiyayê Cûdî bombe dikin. Bi sedan welatî ji bo pêşiya bombekirina herêmê bigirin û li pêşiya pevçûnên ku dibe pêk bê bibin asteng ji bo bibin mertalên zindî xwestin biçin herêmê.

Koma ku di nava wan de parlamenterên Şirnexê Aycan Îrmez û Ferhat Encu jî heye li navendê kom bûn û ber bi şehîdgehê ve çûn, li ocaxên qûmê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin rawestandin. Li ser vê mertalên zindî ji wesayitên xwe peya bûn û ji bo biçin şehîdgehê di rêya çiyê de meşiyan.

MERTALÊN ZINDÎ HATIN GULEBARANKIRIN

Mertalên zindî ku kîlometrek mabû bigihîjin şehîdgehê, vê carê jî rastî êrîşa leşker û cerdevanan hatin. Mertalên zindî ku hatin gulebarankirin, Ayşe Yaman (23) a ku di nava komê de bû ji lingê xwe  bi guleyê birîndar bû. Mertalên zindî ku xwestin bi wesayîtê Yaman bibin nexweşxaneyê lê destûr nehat dayîn û bi derfetên xwe mudaxaleyî Yaman kirin.

Li gel êrîşan mertalên zindî ku herêm neterikandin, tankêrên bi palat li çiyayê Cûdî yê bilind xwe bi cih kirin û dest bi avêtina topan dikin. Topên ku davêjin nêzî mertalên zindî dikevin, piştî avêtina topan li gelek cihên çiyayê Cûdî agir derket.

Mertalên zindî li gel hemû êrîşan herêmê naterikînin û sekna xwe berdewam dikin.