Li Tîrol meşa dirêj bi dawî bû

Kurdistaniyên li Ewropa çalakiyên xwe yên bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.

Kurdistaniyên li Ewropa çalakiyên xwe yên bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. Wek li gelek navendên Ewropayê li Awûstûryayê jî meşên dirêj ji du baskan hat destpêkirin. Baskekî ji vê meşê wê ber bi Viyanayê, baskê duyemîn jî li bajarê Innbrûckê pêk hat.

Kurdistaniyên li Ewropa dijî çalakiyên xwe yên bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. Meşa dirêj a du rojan ya li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê , îro bi mîtîngekê bi dawî bû.

Di meşa ku li navenda Innbrûck, ku Yekîtiya Hêzên Demokratîk jî pişgirî kir de, dirûşmên “ Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” , “Bijî Serok Apo” , “Bijî Berxwedana Cizîrê” hatin qîrkirin. Meş, li navenda bajar bi gotina sirûda Çerxa Şoreşê û xwendina daxuyaniya çapemeniyê ve bi dawî bû.

...