Li Şirnexê tîmekî taybet hat kuştin, gelek birîndar hene

Li taxên berxwedanê yên li Şirnexê şerên dijwar diqewimin, tîmekî taybet hate kuştin. Di şer de wesayîtek zirxî hate rûxandin.

Êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk 48 roj li pey xwe hiştin, mabeyna komek tîmên taybet ên hewl dan bikevin taxa Gazîpaşayê û hêzên YPS/YPS-JIN’ê de şerên dijwar qewimîn. Şerên bi saetan dom kir, cih bi cih dewam dikin, herî kêm tîmekî taybet hate kuştin. Hate ragihandin ku gelek tîmên taybet jî birîndar bûne. Mirî û birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya leşkerî ya li 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.

Her wiha di şerên li Taxa Bahçelîevlerê jî wesayîteke zirxî ya Kîrpî hate derbkirin. Têkîldarî hejmara mirî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin, wesayîta zirxî ya derbxwarî jî bi TIR’an birin Gumuştepeyê ye wek navenda tîmên taybet tê zanîn.

Ji danê sibehê ve li ser taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Gazîpaşa, Yenî û Bahçelîevlerê bomberdûman didome, li derdora taxan jî şerên giran diqewimin.