Li Şirnexê bi sedan herêm li sivîlan hate ‘qedexekirin’
Li Şirnex û navçeyên wê bi sedan qad li sivîlan hate qedexekirin.
Li Şirnex û navçeyên wê bi sedan qad li sivîlan hate qedexekirin.
Li navend û navçeyên Şirnexê, bi sedan herêmên ku di nav de Cûdî, Gabar, Heftanîn, Kato û Besta jî hene, hêla Walîtiya Tirk a li Şirnexê ve li sivîlan hate qedexekirin.
Walîtiya Tirk agahî da muxtaran, lê diyar nekir bê ka ev 'qedexe' wê heta kengî domdar be.
Piştî 'qedexe'yê li herêma Besta balafirên şer bombekirin domandin. Li herêmê helîkopter jî digerin. Diyar bû ku Qereqaola Namaz Dagi bi obus û hawanan derdorê bombe dike.