Li Qamişloyê teqînekê rû da: 2 kes birîndar bûn
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber teqîna bombeyeke deng du kes birîndar bûn.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber teqîna bombeyeke deng du kes birîndar bûn.
Li taxa Seyahî ya bajarê Qamişlo duh saet di 21:50 de teqînekê rû da.
Teqîn ji ber bombeya deng pêk hat û du kes bi sivikî birîndar bûn.
Bûyer, piştî nîqaşa navbera koma paramîlîter a rejîma Baasê ya bi navê Muqana (Dîfa'a El Wetenî) û hêzên Sotoro yên Suryaniyan ku di bin rêveberî û bandora rejîmê de ye, qewimî.