Li Londonê ji bo Cizîrê xeleka mirovan

Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û qetlîama Cizîrê li Londonê xwepêşendanên protestoyî dewam dikin. Îro jî li navenda Londonê bi tevlîbûna sedan mirovî ve çalakiya ‘xeleka mirovan’ pêk hat.

Îro danê nîvro bi banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Brîtanya ve bi sedan kesên li pêşiya Serokwezîrtiya Îngîltere civiyan dewleta Tirk protesto kirin. Di pêşendana protestoyî de mirovan destên hev girtin û xeleka mirovan a bi sedan metreyan pêk anîn. 

Pankartên bi dehan metre mezin ên “Dewleta Tirk Kurdan qetil dike”, “Brîtanya dest ji piştgiriya dewleta Tirk berde” û li ser wan wêneyên wehşeta dewleta Tirk nîşan dide vekirin. Girseya ku demekê li ber avahiya serokwezîrtiyê rawestiya piştre dest bi meşê kir. Ji ber dawiyê hefteyê bû qelebalixa li navenda Londonê eleqeyek mezin nîşan da. Di çalakiya ku gelek polîs bi girseyê re meşiya, ji helîkopteran jî dîmen hatin kişandin.

Girseya dirûşmeyên, “Terorîst Tirkiye”, “Dewleta Tirk Kurdan qetil dike” qîr dikir li qada Pîcadîlly giloverek çêkirin. Di axaftinan de têkîldarî wehşeta dewleta Tirk a li ser Cizîrê agahdarkirin hat kirin, hat xwestin ku raya giştî ya navneteweyî li hember vê wehşetê dengê xwe bilind bike. Çalakvanan bang li hikûmeta Brîtanya jî kirin ku dest ji piştgiriya dewleta Tirk berde.

...