Li Kerkûkê gerîlayan Newroz bi çoş pîroz kir

Pîrozbahiyên Newrozê li qadên gerîla bi çoş didome. Gêrîlayan li Kerkûkê li Daqoq, Keyban û eniya pêş Neafîl ê Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Pîrozbahiya Newrozê bi çoşa berxwedanê berdewam kir.Li Kerkûkê pîrozbahiya Newrozê a gerîlayan bi çoş derbas bû. Fermandarê Eyaleta Mexmûr-Kerkûk Bawer Siverek, Fermandarê YJA-STAR a Eyaleta Mexmûr-Kerkûk Raperîn Gabar, yek ji Fermandarên Eyaleta Mexmûr-Kerkûk Selîm Zîlan, Fermandarê Eniya Kerkûk Cesûr Şoreş, Nûxeyla Siverek û Fermandara Eniya Mexmûr Rengîn Engîzek û bi tevlîbûna gelek gerîlayan Newroz hat pîrozkirin.

'AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ DIBE'

Di pîrozbahiyê de Fermandara YJA-STAR a Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Raperîn Gabar axivî û di destpêkê de Newroza 2017'an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Gabar bal kişand ser giringiya Newrozê û wiha got; "Agirê Newrozê ku bi yek ji pêşengên kadroyên PKK'ê Mezlûm Dogan dest pê kirî û bi Rehşan Demirel û Zekiye Alkan berdewam kirî, îro jî geştir dibe. Bi rihê Newroza 2017'an tekoşîna ku ji bo azadiya Ocalan didin, em ê tekoşîna xwe geştir bikin."

Agir hatî pêxistin, li dora agir dirûşme hatin berzkirin û bi govendê heta direngiya şevê pirozbahî bi çoşekî mezin berdewam kir.