Li Erdîşê zarokekî 12 salî mirî hat dîtin

Li navçeya Erdîş a Wanê zarokê bi navê Mahsûm Turkoz ê 12 salî li mala xwe mirî hat dîtin.

Li navçeya Erdîş a Wanê zarokê bi navê Mahsûm Turkoz ê 12 salî li mala xwe bi awayekî ku ji sînga bi çekê derb xwariyê mirî hat dîtin.

Mahsûm Turkoz ê 12 salî yê li Taxa Marças a navçeya Erdîş a Wanê rûdine, duh danê êvarî li odeya malê bi awayekî ku ji singa bi çekê derb xwariye hat dîtin. Li gor îdîayan malbat li ser dengê çekê çûne odeyê û rastî bedena bê ruh a Turkoz hatine.

Cenazeyê Turkoz ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê otopsî hat kirin. Hat îdîakirin ku Turkoz xwe kuştiye. Der barê bûyerê de lepîrsîn hat destpêkirin.