Li Efrînê provokasyona El-Nûsra

Li Efrînê hêzên YPG’ê bersiv dan çeteyên El-Nûsra yên gel gulebaran kirin. Di encama pevçûna saetek û nîvê de provokasyon vala hat derxistin.

Li Efrînê hêzên YPG’ê bersiv dan çeteyên El-Nûsra yên gel gulebaran kirin. Di encama pevçûna saetek û nîvê de provokasyon vala hat derxistin.

Piştî şerê topyekûn ê dewleta Tirk ji 24’ê Tîrmehê ve li hember gelê Kurd pêk tîne, El-Nûsra ya ji aliyê Erdogan-AKP’ê tê rêvebirin careke din xwest li Efrînê provokasyonan pêk bîne.

Li gor nûçeya ANHA’yê; çeteyên El-Nûsra yên derbasbûna wan a ji Efrînê ber bi Atme ve hat astengkirin û li ser rê gelek nuqteyên kontrolê yên nû danîne û gel tehdîd dikin, îro saet nêzî 16.00’an li gundê Dêwanê yê hema li beramberî kampa Atmê ya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê gel gulebaran kirin. Ji ber gulebaran çeteyan nesekinî hêzênYPG’ê çeperên çeteyên El-Nûsra dan ber guleyan. Li ser vê yekê bi qasî saetek û nîvekê pevçûnekê rû da.

Di pevçûnê de ku ti windahiyên hêzên YPG’ê çênebûn, çeteyên gel gulebaran kirin neçar man ji herêmê birevin.

Hat diyarkirin ku provokasyon vala hat derxistin, aloziya li herêmê didome û cih cih dengê guleyan tê.