Li Dayika Aştiyê ya 72 salî 7 sal cezayê girtîgehê birîn

Li Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek a 72 salî, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek (72) bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate darizandin.

Makbûle Ozbek di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 29'ê Hezîrana 2020'î hatibû girtin û piştî krîza dil li girtîgehê derbas kir, li ser serlêdana parêzeran 5'ê Îlona 2020'î hatibû berdan.

Di dozê de îro rûniştina biryardanê hebû. Heyeta dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 5 sal li Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek birî. Heyeta dadgehê ev ceza bi nîvî zêde kir û bi giştî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Makbûle Ozbek birî.