BI DÎMEN

Leşkerên Tirk dibistana Kurdî hilweşandin!

Leşkerên Tirk li gundê Kerwas yê Lîcê dibistana ku Kurd perwerdehî dida hilweşandin.

 

 

Dibistana 4 qat a ku di sala 2014’an de ji aliyê KURDÎ-DER’ê ve bi armaca ku zarokên gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê bi Kurdî perwerdehiyê bibîne hatibû avakirin, li gel leşkerên Tirk hate hilweşandin. Leşker, di çarçoveya ‘Qedexeya derketina derve’ ya ku li 14 gundên girêdayî Hazro, Karaz û Lîcê di saetên sibehê de ketin gund, kepçeyên li gel xwe anîn dest bi hilweşandina dibistanê kirin.

Dozgerê Licê sala 2014’an, di derbarê dibistanê de biryara hilweşînê dabû, lê li ser berxwedanê ev gav bi şûnde avêtibûn.