Kobanî li dijî êrîşên dewleta Tirk rabûn ser piyan

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê îro li dijî kiryar û êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li ser Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê xwepêşandanekî girseyî li dar xistin.

Xwepêşandana ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk ve hate organîzekirin, rayedar û berpirsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk û TEV-DEM’ê jî beşdar bûn.

Xwepêşandan ji Qada Jinê bi dirûşmên silavkirina berxwedaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêma Şehba û dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiye û komên çete yên girêdayî wê, destpê kir û ber bi Kolana Sereke ya bajarê Kobanê ve dest bi meşê kirin heta ku gihişte Qada Aştiyê.

Li Qada Aşiyê xwepêşandar ji bo giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin. Piştre ji rêveberên TEV-DEM’ê Ehmed Şêxo axaftinek kir û got ku hertim bersiva destwerdanên bi vî rengî, yekîtiya gelan e. Şêxo, diyar kir yekîtiya gelan dikare dagirkeran neçar bihêle ku ji herêmên derbas bûne, derbikevin.

Piştre jî Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Asya Ebdullah ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û wiha got: “Dewleta Tirk hewl dide bi van êrîşan pêkhateyên herêmê derb bike û polîtîkayên xwe yên qirêj ferz bike.”

Li ser navê pêkhateya Ereb jî Şêx Hisên El-Şêx jî axaftinek kir. Şêx Hisên girîngiya sekna Kurd û Ereban li ruyê dagirkeriya Tirkiyeyê da û diyar kir ku ev yek hertim hiştiye pîlanên dewleta Tirk a faşîst têk biçin.

Bi hezaran çalakvanên ku li dijî dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê kom bûne, pankartên xwe berz kirin û xwestin ku hikûmeta AKP’ê û çeteyên wê ji xaka Bakûrê Sûriyeyê derbikevin.

Xwepêşandan bi durişmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê bidawî li çalakiya xwe anîn.