BI DÎMEN

Keskîn: AKP ji destketiyên tevgera Kurd aciz e

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, destketiyên demên dawî yên gelê Kurd, bi taybetî yên li Sûriyeyê AKP'ê aciz dike û got, ji ber vê yekê ji her demê bêhtir mafên mirovan binpê dike.

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, ku ji bo lêkolînkirina mafên mirovan hatiye Wanê, binpêkirina mafên mirovan di nava Rewşa Awarte de, pêvajoya referandûmê û helwesta çapemeniyê ji ANF'ê re nirxand.

Berê jî li Tirkiyeyê mafên mirovan dihatin binpêkirin. Çi cudahî di navbera serdema berê û ya niha heye?

Zêdeyî 20 sal in ez li Tirkiyeyê di nava têkoşîna mafên mirovan de me. Min serdemek mîna ya heyî nedît, ku di vê astê de mafên mirovan hat binpêkirin û pêşî li mekanîzmayên têkoşînê tê girtin. Mejiyê dewletê di salên 90'î de jî heman mejî bû. Lê belê rêbazên ku di wê demê de nedihatin bikaranîn, îro tên bikaranîn. Mînak, bi hêsanî biryara girtinê tê dayîn. Yanî pêkanînên ewçend kêfî, avêtina ji kar, zerardayîna li aboriyê di salên 90'î de tine bûn. Belê, kontrgerîla tevdigeriyan û mirov di binê çavan de dihatin binpêkirin. Dîsa jî qadên têkoşînê ji bo me hebûn. Mînak; dema me daxuyaniyek didan çapemeniyê, fikara girtinê bi me re tine bû. Doz li me bihatina vekirin û ceza bihata birîn jî, heta ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehatibûya erêkirin, kes nediket girtîgehê. Lê niha dema mirov ji ber gotinekê derdikevin pêşberî dozgeriyê, yekser bi daxwaza girtinê radestî dadgeriyê tên kirin û yekser tên girtin. Pêvajoyeke bi vî rengî ti carî rû neda. Yanî azadiya ramanê ti carî mîna niha nehat binpêkirin. Zext û zordariya li ser mafê ramanê, tê wateya zext û zordariya li ser hemû mafên din. Yanî serdemeke ku dengê civaka sivîl di vê astê de hati birîn, ti carî rû nedabû.

Tirkiye çiqasî li gorî peymanên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî tevdigere?

Tirkiyeyê bi Rewşa Awarte re ragihand, ku ew peymana mafên mirovan disekinîne û ev yek ji Konseya Ewropayê re ragihand. Lê belê sekinandina peymanê nayê wê wateyê ku mafê xwe yê îşkence û girtina bêdaraz heye. Tevî vê yekê, hin peymanên din hene ku nabe Tirkiye wan bisekinîne. Ev jî; Peymana Stenbolê, peymana hiqûqa şer a Cenevreyê, peymana pêşîgirtina li cihêkariya li jinê ne. Û di destûra xwe ya bingehîn de van peymanan di ser hiqûqa navxweyî re qebûl dike. Tevî vê yekê jî Tirkiye bi dijberiya li van peymanan tevdigere. Mixabin Ewropa ku hevparê Tirkiyeyê ye di vê mijarê de bi têrkerî kontrolê nake. Divê karibe bi hêsanî ji Tirkiyeyê re bêje 'tu li dijî van peymanan tevdigere'. Lê belê ji ber berjewendiyên dewletan, vê nakin.

Hûn, pêkhatina referandûmê di nava şert û mercên Rewşa Awarte de çawa dibînin?

Newekheviyeke mezin a siyasî heye. HDP a ku Kurdan û hêzeke berfireh a demokratîk temsîl dike, Hevserok, parlamenter û rêveberên wê negirtî jî be, zexteke giran li ser heye. Ji bo HDP nikaribe xwe bigihîne hilbijêrên xwe, bi her awayî astengî li pêşî tê derxistin. Ev rewş beriya her tiştî referandûmê antî demokratîk dike. Em nizanin bê deng wê çawa bê kontrolkirin. Em nizanin bê hîleyek bê kirin an na. Ji ber ku rewşeke ecêb ya bi navê Rewşa Awarte heye, ku kes baş nizane çi ye û nikare ji holê rake. Ji ber vê yekê, bi dîtina min deng di rewşeke xetere de ye. Pêkhatina referandûmekê di nava van şert û mercan de, nikare weke rewşeke demokratîk bê dîtin.

Zexteke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û gelê Kurd heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Pirsgirêka Kurd her tim bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Ne tenê Tirkiyeyê eleqedar dike, pêwendiya vê pirsgirêkê bi 4 dewletan û hêzên emperyal heye. Bi taybetî meşriyeteke tevgera Kurd li Sûriyeyê heye. Bi dîtina min, ev rewş Tirkiyeyê gelekî aciz dike. Ji xwe, têkiliya pirsgirêkên roja îro bi vê yekê heye. Ji ber ku tevgera Kurd li Sûriyeyê ji aliyê hêzên emperyal ve rewa tê dîtin, Tirkiye aciz e. Haya Tirkiyeyê ji xwe heye, ku ji bilî vegera li çareseriyeke aştiyane, ti çareya xwe nîne. Ji ber vê yekê jî dibêje, 'ez çiqasî zerarê bidim tevgera Kurd, çiqasî qels bikim, ewqasî baş e'. Bi vê têgihiştinê tevdigere. Lê belê ev yek rê li ber binpêkirina mafên mirovan vedike. Yanî niha zexteke giran û tecrîdeke şidandî li ser Ocalan heye. Rêbazên me kêm caran dîtibûn, niha li girtîgehan tên bikaranîn. Ferzkirina van şert û mercan tê wateya ferzkirina neçareseriyê. B dîtina min, AKP'ê bi rêxistina şerê taybet li hev kiriye û hemû daxwazên dewleta kûr a Tirk bi cih tîne.