KCD: Ji bo ku Cizîrek nû neyê jiyîn divê her kes bi hestyar be

Kongerya Civaka Demokratîk, ji bo ku qetîamekî mîna Cizîrê neyê jiyîn, ji bo Nisêbînê banga divê her kes bi hestyar be kir.

Di daxuyaniya KCD’ê de hat diyar kirin ku ji 14’ê Adêrê û şûnde Nisêbîn di bin êrîşên girande ne, ji esmanan ve bi balafirên şer tên bomberdûmankirin. Daxuyaniyê destnişankir ku bomberdûmankirina welatiyên sivîl bi vî awayî sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Di her şert û mercan de berpirsyariya jiyana welatiyan li ser milê dewletê ye, bomberdûmankirina sivîlan bi ti awayî hincet nayên nîşandan. Dîsa 25’ê Gulanê di çapemeniyê de hatin eşkerekirin ku YPS’ê ji qadan vekişiyane. Tevî vê jî bomberdûmankirina jingehên sivîlan nayê qebûlkirin.

Daxuyaniyê xuya kir ku ji bo lezgîn mûdaxelekirina bûyerên ku li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê de hatîn jiyîn bihatiba astengkirin. Daxuyaniyê wiha anî ziman: “ Di vê çarçoveyê  de ji bo ku heman rewşa neyê jiyîn bang li tevahî gelê xwe, têxistinên civaka sivîl, saziyên navneteweyî, saziyên tendirûstiyê û saziyên mafê mirovan dikin ku li beramberî vê weheşetê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin û bi hestyar tevbigerin.