Ji Kobanê ji bo Garê bû mertal

Amara Ronahî ku ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kir, li cihên ku têkoşiyaye, gava îcab kiriye pêşengî ji hevrêyên xwe re kiriye, bêyî dudilî bi erka xwe rabûye.

Wa ye di nava newalên mirinê de qerînek, di nava şevreşkên xumamî de heviyek hiltê, di taldeyên tarî de pejna serhildêriyê tê. Wa ye rûyên ji şermê hedîmî û serî li ber bêrûmetiyê radike keça Dêrsimî. Dilên ji mirinê westiyayî û çavên tirsokî bi dilwêrekiyê radibin. Ew keça Dêrsimî dibe dengê qêrîna keçên ku xwe ji lûtkeyan berdaye, kenên zarokan ên nîvcomayî û sonda Newala Laçê. Dibe sirûda berxwedan û rûmeta mîrovahiyê. Ew keça Dêrsimî ye ku dibe roniya dîroka veşartî. Dibe kaniya axa ku ji bêaviyê qelişiye. Dibe dildara welatê pîroz û rêwiya bi hêviyê barkirî

‘BI ÇANDA DAYIKÊ RADIBE’

Dêrsim ew bajar e ku bi êş û eleman ve hatiye kelijandin, hemû şermî û bêrûmetî lê hatine kirin da ku rengê herî qedîm ji holê were rakirin. Wekî hemû bajarên Kurdistanê li Dêrsimê jî tevkujî hatin kirin û ferman hat rakirin da ku pîrozî li ser rûyê erdê neyê hiştin lanet lê barandin. Lê tevî vê Dêrsima berxwedêr qet û qet xwe ker nekiriye. Li pey xwe mîrateya berxwedanê, destanên rûmetê û li ser her kevir, ax û darên xwe û heya hestiyên ku di bin kavilan de mane ve bîra dîrokê û şopên jiyana azad hiştine. Dêrsim ew bajar e ku îro bi zarokên xwe serbilind e. Ji ber gelek egîd û leheng di xwe de hewandine û gelek Sarayên serhildêr welidandine. Yek ji wan leheng û serhildêran jî Gamze ye. Gamze Laçîn bi navê tevgerê Amara Ronahî, eslê xwe ji Dêrsimê ye. Lê ji ber tundiya dagirkeran malbat koçî Mêrsînê dibe û Amara Ronahî li wir çêdibe. Malbata Amarayê welatparêz û Elewî ye û çanda Kurdîtiyê radibe. Her çendî bavê Amarayê para xwe ji welatparêziyê negirtibe jî ew rastiyê hildibijêre û bi çanda dayîkê ango bi cewherê xwe bi teşe dibe. Ew dayika pîroz jê re hem behsa xweşiya mirovbûnê hem jî gemariya pergalê dike û hînê wê dike. Bi saya dêya xwe dîroka xwe nas dike û hêj di piçûkahiya xwe de rû bi rûyê gelek rastiyan dibe. Haya wê zû ji êrîşên li ser çand û nasnameya Kurdan çêdibe. Bi vî awayî gelek bandor li Amarayê dibe. Rastiya dîrokê di Amarayê de tovên serhildêriyê diçîne. Lewma Amara hêj ku ciwan e bi xwe re nakok dibe û bi rêya têkoşînê de diçe. Bi taybetî, bi rastiya metropolan û anku rastiya dijmin nakokiyên wê hêj zêdetir dibin û dest bi lêgerînê dike. Berê xwe dide Kurdistanê li Amedê li têkoşîna xwe dewam dike. Li vir dikeve nav xebata ciwanan û bi kelecana jiyana li ser axa Kurdistanê bêhtir ber bi cewherê xwe ve diçe. Xwendina li dibistanên dagirkeran û rastiya li Kurdistanê hew hezm dike. Têkoşîna heyî têrê kesayeta serhildêr a Amarayê nake. Ji wê boneyê biryar dide ku li cihên herî dijwar têbikoşe û sala 2011’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Amara bi vî awayî behsa sedema tevlêbûyîna xwe dike “Dijmin ewqas bi eşkerehî, bêyî ku bibêje zarok e ya jin e, gelê min qetil dike. Xwînxwaran welatê min dagir kiriye. Nedîtina van rastiyan, bêrûmetî ye. Ez ji bo li rûmeta xwe ya neteweyî û mirovî û nirxên xwe bibim xwedî, li çiyayan dest bi têkoşînê dikim.”

 ‘XWE BI DILSOZÎ Û DILWÊREKIYÊ PAK DIKE’

Amara, serê pêşîn li çiyayên Erziromê dest bi gerîlatiyê dike. Bi kelecaneke zêde xwe bi cilên gerîla dixemilîne, keziyên honandî berdide ser milan û bejna xwe bi çek û rext dike. Pêşî xwe bi dilsozî û dilwêrekiyê pak dike. Xweziyên dayîkan, heviyên keçên ciwan, xeyalên nîvcomayî û soza gihandina rojê li dilê xwe bar dike û mîna Mûnzûran bi zelalî meşa têkoşînê bi lez dike. Li qadên herî dijwar dibe xwedî ezmûnên gerîlatiyê û bi vê sekina wê hêj bêhtir qewîn dibe. Zû bi pêş ve diçe û zû bi zû wê astê ku li hemû qadan têbikoşe. Ji ber vê sala 2014’an dema rûreşan cardin li Kurdistanê dixwest lanetê bibarînin, ew bi awayekê bi hêrs berê xwe berxwedana Kobanê. Bi dilwêrekî xwe dike mertal û nahêle ku dagirker bi kêliyekê jî kêfxweş bibin. Di şer de bi rolê pêşengiyê radibe, bi her serkeftinê gelek nirxê berxwedana mirovahiyê girantir dike. Piştî rizgariya bajarê berxwedêr bi dilekî rihet cardin berê xwe dide bilindahiya çiyayan.

‘XWE BI RAMANÊN APOYÎ DIXEMILÎNE’

Şehîd Amara hebûna xwe ji bo jiyaneke azad feda dike. Li ku tekoşîn, şer, zorî, zehmetî, xweşikahî, zelalî hebe ew li wir e. Ji bo ku meşa xwe vegerîne beza azadiyê berê xwe dide cihê xweavakirinê. Di Akademiya Şehîd Bêrîtan de xwe bi fikir û ramanên heqîqetê, bi felsefeya Rêber Apo perwerde dike. Bi gotina Rêber Apo ku dibêje ‘Min xwe ji nû ve welidand’ xwe dide ber guherîn û veguherîne. Bi hemû taybetiyên xwe re şer dike, mîna ava zelal xwe pak dike. Ya rast dema esaleta xwe bi ramanên Apoyî dixemilîne weke çepereke di tu erîşan de nakeve dibe cihê baweriyê. Weke çiyayekî ku di tu erîşan de nalerize qewîn dibe. Dibe fermandarek jîr û pêşenga têkoşînê. Ji hemû hevrêyên xwe re dibe hevaleke dilsoz û hêza çareseriyê. Li gel hemû taybetiyên xwe yên mîlîtanî, di bîrdoziya azadiya jinan de jî dibe xwedî zanist û li dijî ferasetên ku bi aqlê zilam hatine avakirin re têdikoşe. Ew êdî zêdetir bi zanebûn gavên xwe davêje û hemû hûrguliyên jiyanê mîna hunermendekê raçav dike.

‘RÊ NADE KU TU FERASETÊN DIJMIN TEKOŞÎNÊ LAWAZ BIKE’

Amara Ronahî piştî perwerdehiyê bi dawî dike li qada Garê li xebata xwe dewam dike û demekê jî di ragihandin û çapemeniya HPG’ê de cih digire. Bi kameraya xwe kêliyên dîrokê bi belge dike û xebatên ku kirine, heqîqetê dihêle ji bîra mirovahiyê re. Amara bi nefspiçûkî pêwistî bi têkoşînê li ku hebe cih li wir digire. Bi berpirsyarî tevdigere û bêderfetiyê ji xwe re nake astengî. Pîvana sereke ya ji bo wê, ew e ku hemû kar û baran bi serfirazî bike û bixe xizmeta rêxistinê. Li ber sekin û xebata ne ji xizmeta azadiyê re bin, mîna şûr tûj e. Bi qasî ku ji hevalên xwe re nefspiçûk e ji dijmin re jî bi kîn û nefrîn e. Rê nade tu ferasetekê ku dijmin têkoşînê lawaz bike.

 ‘DI BER RÊYA RÛMETÊ Û TÊKOŞÎNÊ DE CAN DIDE’

Jina şerker, têkoşer, jîr û bedew dîsa di çeperan de agir bi ser dijmin re dibarîne. Ew geh fermandar e pêşengiyê dike, geh şervanek e ku hemû fermanan bêyî dudilî bi cih tîne. Geh di çeperan ji hevalên xwe re dibe mertal, geh fedayî ye xwe dide ber doza azadiyê. Di ber rêya rûmetê û têkoşînê de can dide û bêyî sekin heya dilopa dawîn a xwîna xwe, têdikoşe. Hevrê Amara Ronahî, di Tebaxa sala 2022’yande  li qadên têkoşînê di êrîşên dijmin ên hewayî de tevlî karwanê nemiran dibe.