BI DÎMEN

Ji kamerayên ANF'ê dîmenê rûxandina wesayîta bombebarkirî

Tîmên pispor ên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, li derdora bajarokê Mehmûdliyê, wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê bi kontrol teqandin.

Qonaxa duyemîn a Pênava Xezeba Firatê mehek li dû xwe hişt. Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê heta niha gelek bajarok, bi dehan gund, gundik û girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine.

Yek ji bajarokên stratejîk ku şervanan di hefteya bihurî de ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, bajarokê Mehmûdlî û derdora wê ye. Çeteyan hewl dan bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin, lê bi ser neketin.

Şervanan ev wesayîta bombebarkirî, berî bigihêje armanca xwe bi dest xistin. Tîmên pispor ên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê bi kontorl ev wesayîta bombebarkirî rûxandin.

Dîmenê rûxandina wesayîta bombebarkirî ji aliyê ANF'ê ve hat kişandin.