Ji HPG û YJA Starê çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Gabarê ji du baskan ve li hemberî artêşa Tirk çalakî pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî derb li wesayîteke zirxî hatiye xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Gabarê ji du baskan ve li hemberî artêşa Tirk çalakî pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî derb li wesayîteke zirxî hatiye xistin.

LI GABARÊ ÇALAKIYA GERÎLA: 4 LEŞKER MIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku roja 24'ê Mijdarê saet di 11:00 de li hemberî leşkerên li girê Şerefiyê yê li qada Gabarê, hêzên gerîla ji 2 baskên cuda ve çalakî pêk anîne.

De barê çalakiyê de ev agahî hatin dayîn:

"Li baskê 1. derbên bi bandor li leşkeran hat xistin û 2 leşker mirin. Li baskê 2. jî çeperek hedef hat girtin û 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqolên TRT Gabar û Dara; obus û hawan avêtin qada çalakiyê. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Şoreş Botan (Nûrî Akalin) hatiye lidarxistin.

LI KERBORANÊ DERB LI WESAYÎTA ZIRXÎ HAT XISTIN

24'ê Mijdarê saet di 19:30 de li navenda navçeya Mêrdîn Kerboranê, tîmeke me ya gerîla li hemberî wesayîteke zirxî ya Kobra çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li wesayîta zirxî hat xistin, lê belê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê tîma me ya gerîla bi saxlemî vegeriya baregehên xwe."

LI BEDLÎSÊ OPERASYON

Di dewama daxuyaniyê de li ser operasyona artêşa Tirk a li Bedlîsê daye destpêkirin de ev agahî hatin dayîn:

"24'ê Mijdarê saet di 03:00 de artêşa TC li hemberî qada Şehîd Mizgîn operasyonek da destpêkirin. Di ve operasyonê de artêşa Tirk li gundê Hulek û derdora girê wê, Girê Berana, Sirtên Hemkoka û Înîn bi cih bû û avêt ser malên gelên li herêmê. Artêşa TC mizgeft û konên gel ên li Şehîdgeha Garzanê ku ji bo nobedgirtinê hatin vedan, şewitand. Hêza operasyonê heman rojê saet di 16:30 de xwe vekişand û yekîneyên veşartî li herêmê bi cih kir."

ÇALAKIYA LI HEMBERÎ QEREQOLA BILICANÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku roja 24'ê Mijdarê saet di navbera 10:00-10:30 de li hemberî qereqola Bilican a li herêma Zapê ye bi çekên giran çalakî hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê çalakiyê de avahiya qereqolê hedef hatiye girtin û xisar li avahiya qereqolê çêbûye. Piştî çalakiyê qereqola Bilicanê, obus û hawan avêt Girên Şehîd Colemêrg û Şehîd Baran."

LI SÊWEREGÊ POLÎSEK HAT KUŞTIN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku 23'ê Mijdarê saet di 18:30 de li nêzî febrîqeya çîmento ya li pêşiya navçeya Riha Sêweregê, tîmeke gerîla li dijî wesayîteke polîsan a li dewriyê digeriya çalakiyek pêk anîn û hat gotin ku di çalakiyê de polîsek miriye, polîsek jî bi giranî birîndar bûye.

Hat destnîşankirin ku ev çalakî li dijî êrîşên li Nisêbînê tên kirin, hatiye lidarxistin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku tîma gerîla ya çalakî pêk anî, bi awayekî serketî gihaştine baregehên xwe.

JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI NISÊBÎNÊ ÇALAKÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya hêzên YJA Starê ya li Nisêbînê, ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"23'ê Mijdarê saet di 16:00 de tîmeke me ya gerîla ya hêzên me yên YJA Starê, li hemberî qereqola Gurinê ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de leşkerek bi sûîqestê hat kuştin. Her wiha çepereke A4 bi derbên giran hat rûxandin û li vir jî 2 leşker hatin kuştin. Di heman demê de derbên bi bandor li avahiya qereqolê hat xistin û li ser bersiva leşkeran ji bo demeke kurt şer derket. Piştî çalakiyê, qereqolê bi tankan derdora xwe bombe kir. Tîma me ya gerîla bi saxlemî vegeriya baregehên xwe. Ev çalakiya hat lidarxistin li dijî êrîşên li Nisêbînê ye."

BOMBERDÛMANA LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Di dewama daxuyaniyê de li ser bomberdûmana Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî hat dayîn:

"24'ê Mijdarê saet di navbera 16:00-18:00 de balafirên şer ên TC, derdora gundên Bulofa û Şerane yên herêma Garê bombe kirin. Di heman saetê de balafirên şer jî derdora çemê Zapê bombe kirin.

24'ê Mijdarê saet di navbera 06:00-07:00 de qereqola Bilican a li herêma Zapê; gundê Erbîş, Sêvê, Dola Kinyaniş, Zêvê, gundê Haydara, Girê Elîşêr û girê Şehîd Colemêrg bi obus, hawan û tankan bombe kir.

24'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-15:30 de qereqola Elemûn a li herêma Metîna, qada Şehîd Dilber, saet di navbera 14:00-15:00 de jî qereqola Arûş; girê Kuroşîno bi obus û hawanan bombe kirin.

Ji saet 13:30 ê 24'ê Mijdarê heta saet 06:00 ê 25'ê Mijdarê (îro), li herêma Zapê, 25'ê Mijdarê saet di navbera 02:00-04:00 de li herêma Metîna pêgerên hewayî yên bêmirov keşif kirin.

Roja 24'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-17:00 de li herêma Zapê, roja 23'ê Mijdarê saet di navbera 17:00-23:00 de jî li ser qadên Şehîd Mizgîn, Geliyê Îpek û Şehîd Cûma yên Bedlîsê balafirên şer geriyan."