BI DÎMEN

Ji Gurcîstanê heta refên gerîla

Rustem Gsoîan bi nasnav Rustem Êzdî yê ji Gurcîstanê tevlî refên gerîla bû got, "Ji bo azadiya gelê xwe, divê em êdî têkoşîna xwe mezin bikin."

Rustem Gsoîan bi nasnav Rustem Êzdî ê di sala 1986'an de li Tîflîsê ji dayik bû, Kurdekî Êzidî ye û ji Gurcîstanê tevlî nava refên PKK'ê bûye. Gerîla Rustem ê zewicî û bavê keçekê, li Moskowa û Ûkraynayê ma ye. Li her devera lê ma ye, zexta li gelê Kurd tê kirin dît, xwe li vê zextê ranegirt û herî dawî piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li hemberî Şengal û Kobanê, dest ji malbat û karê xwe berda û tevlî nava refên gerîla bû.

Gerîla Rustem balê dikişîne ser zext û zora li her deverê li gelê Kurd tê kirin û anî ziman, Kurd nikarin bi hêsanî bi zimanê xwe baxifin, bi çanda ve xwe bijîn û got, "Ev ê heta kengî dewam bike. Wê heta kengî xwîna gelê me birije. Hûn biçin kîjan welatî, gelê me li wir heye. Lê bi her awayî bûye hedefa zilma faşîstan. Tişt nemaye ji destê TC a faşîst nekişandiye. Bila kes nebêje 'Ewropa, Amerîka baş e, em biçin wan deveran, li wir jiyaneke baş heye'. Na, li her deverê zext li gelê Kurd tê kirin. Ne mafê jiyaneke rehet dide mirovan ne jî tiştekî din. Li dibistanan jî heman tişt heye. Mafê axaftina bi zimanê xwe jî nade mirovan. Eger zanibe tu Kurd e, yekser pêşî li te digire. Naxwaze tu bi pêş bikeve."

Gerîla Rustem da zanîn, bi PKK'ê re çarenûsa Kurdan guheriye û destnîşan kir, wî di nava refên gerîla de ev guherîn bi xurtî dîtiye. Gerîla Rustem diyar kir, dema ji derve ve lê tê temaşekirin, gerîla bi tenê weke hêzeke çekdarî tê dîtin, lê di hundir de her tişt çek nîne û got, "Dema nû hatim çiyê, hevalan ji min re gotin divê ez tevlî perwerdeyê bibim. Lê ez li dijî vê derketim. Min ji wan re got, yekser çekê bidin min ku biçim şer. Min got, 'zext li gelê me tê kirin, xwîna gelê me tê rijandin û divê ez derhal şer bikim'. Hevalan gotin, 'divê em ewilî xwe û dijminê xwe baş nas bikin, piştre biçin qada şer'. Û tevlî perwerdeyê bûm. Di perwerdeyê de min her tişt baştir fêm kir. Em çima çekê bi kar tînin, çima şer dikin, çawa dikarin gelê xwe biparêzin, çawa dikarin şer xurtir bikin, azadiya axa xwe çawa dikarin pêk bînin. Di perwerdeyê de min bersiv ji van hemû pirsan re dît. Û min sedema serketina PKK'ê jî fêm kir."

HEVRÊTÎ TIŞTEKÎ CUDA YE

Rustem da xuyakirin, ku jiyan û hevrêtiya li nava gerîla bandoreke kûr li wî kiriye û got, "Her çend di destpêkê de hinekî xerîb jî bûm, piştî demeke kurt hîn bûm. Di nava gerîla de her tişt li hevrêtiyê dimeşe. Mirov li vê derê baştir hev fêm dikin. Hurmeta ku min li ti cihî nedît, min li vir dît."

Gerîla Rustem Êzdiî herî dawî bang li gelê Kurd kir û got, "Bang li gelê me dikim. Çi Êzidî, çi Misilman çi jî Xiristiyan, em Kurd in. Divê em êdî rabin ser piyan û bi yek bin. Bila ti kes bi tenê li xwe nefikire. Eger em bi tenê li xwe bifikirin wê xwîn her tim birije. Wê xwîna zarokên me birije, zarokên me yên bêguneh wê werin qetilkirin. Ev ê heta kengî dewam bike? Dem dema rabûna ser piyan e."