BI DÎMEN

Ji bo şermezarkirina komplo û tecrîdê ber bi Stocholmê ve meşiyan

Ji bo şermezarkirina tecrîd û komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistaniyên li Swêdê, ji Sodertaljê ber bi Sockholmê ve dest bi meşê kirin.

Ji bo şermezarkirina tecrîd û komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistaniyên li Swêdê, ji Sodertaljê ber bi Sockholmê ve dest bi meşê kirin.

Kurdistaniyan di destpêka meşê de pankarta “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” û wêneyên Ocalan hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “ Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê bikişînin”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê biceheme” û “Ocalan gel e, gel em in” qîr kirin. 

Çalakvanan alên PKK, PJAK, KCK, YPG/YPJ, MLKP hilgirtin, cih bi cih stranên Kurdî hatin gotin. Kurdistaniyan belavok belav kirin û têkildarî komplo û êrîşên qirkirinê yên li ser Bakurê Kurdistanê raya giştî ya Swêdê agahdar kirin.

Li gel 200 kesên jî, Salih Gok ê ji bo azadiya Ocalan li Stockholmê bi tena serê xwe 50 hezar îmza kom kir jî cihê xwe di nava çalakiyê de girtibû.

 ‘DEWLETA TIRK NIKARE GEL RAWESTÎNE’

Gok ê ku ji ANF’ê re axivî diyar kir, ji bo sersaxiyê çû Kurdistanê û beşdarî gelek çalakiyan bû û bûye şahidê gelek wehşetên hêzên dewleta Tirk. Gok da xuyakirin ku rexmê hemû êrîşên hêzên polîs û leşkerên Tirk jî gelê Kurd nikarin rawestîne.

Gok diyar kir ku li Nisêbînê gelê Kurd berxewedaneke pir cidî dimeşîne û wiha anî ziman: “ Ji bo şikandina berxwedanê propagandayên dijmin dikin hemû derew in. Min bi çavên xwe berxwedan û têkoşîna gel ya li wir dît. Ez bawer dikim ku wê ev berxwedan û têkoşîn wê bibe serkeftinê.”

Gok anî ziman ku heta Rêberê gelekî azad nebe gel jî azad nabe. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku bikeve nava hewldanan û têkoşîna xwe hê bilindtir bikin.

Li hember êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê banga hestyariyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara kir. Bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku yên beşdarî meşa dirêj bûn li Srockholmê pêşwazî bikin.

Çalakvanên tê payîn ku îşev bigihijên Fîttja ya Stockholmê, wê sibehê li Stockholmê saet 13:00’an de li Qada Medborgarplatsenê mîtîngekê li dar bixin.

...