Ji ber bombebarana dewleta Tirk 25 donim erd şewitî

Li gundê Sikêrê yê navçeya Amêdiyê, di encama bombebarana artêşa dagirker a Tirk 25 donim zeviyên şêniyên gund şewitîn.

Li gundê Sikêrê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê ji ber bombebarana artêşa dagirker a Tirk îro agir bi zeviyên gelek cotkaran ket. Şewat ji aliyê gundiyan û tîmên parastina sivîl ve hat kontrolkirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê çavkaniyên herêmê diyar kirin ku ji ber bombebaranê nêzî 25 donim zeviyên cotkaran ên gundê Sikêrê şewitîne û şewat ji aliyê gundiyan ve hatiye kontrolkirin. Şewata ku li qadeke bilind derket ji aliyê tîmên agirkuj ve hat vemirandin.

Hat zanîn ku bombebarana artêşa dagirker a Tirk li ser gundên derdora Amêdiyê didomin. Du roj berê dewleta dagirker a Tirk gundê Bokrîskanî yê Binarê Qendîlê bombe kiribû û di encamê de jineke 50 salî hatibû qetilkirin.