HPG çalakiya Artvînê li xwe girt: Bi teqezî Kiliçdaroglu hedef nehatiye girtin

Navenga Ragihandina HPG’ê têkildarî çalakiya duh a li Artvînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, konvoya leşkerî kirine hedef, agahiya wan jê nîn bû ku konvoya Kiliçdaroglu jî di konvoyê de ye.

Navenda Ragihandina HPG’ê wiha got, ‘’ Di dema çalakiyê de hay jê çêbûne ku li pişt konvoya leşkerî konvoyeke sivîl heye û jixwe wesayita ku Kemal Kiliçdaroglu tê de bû, li gel ku kete mesafeya me ya lêxistinê  jî ti êrîş lê nehatiye pêkanîn.’’

Navenda Ragihandina HPG’ê ev agahî dan:

 ‘’25’ê Tebaxê li ser rêya Artvîn-Şavşatê, li mintiqeya Soguksuyê, piştî ku agahî hate standin konvoyeke leşkerî wê derbas bibe, piştî nîvro saet 13.45’n hêza me ya li qadê cimseyeke JOH’ê ya li pêşiya konvoyê bi mebesta rûxandina wê, ji xwe re kiriye hedef û cimseyê derbeke serkeftî xwariye. Her çendî dewleta Tirk encamên vê çalakiyê weke 1 mirî û 2 birîndar dabin jî, ev ne rast e, di vê çalakiya bi bandor de gelek JOH’î hatine kuştin.

Bi teqezî haya hêzên çalakger jê nîn bû ku konvoya Serokê Giştî yê CHP’ê heye. Di dema çalakiyê de hay jê çêbûne ku konvoyeke sivîl heye û jixwe li gel ku wesayita Kemal Kiliçdaroglu ketiye ber mesafeya me ya lêxistinê jî ti êrîş lê nehatiye kirin. Ne bi giştî Gerîlayên me û ne jî hêzên  me yên xwecih ne  xwedî planeke bi vî rengî ne. Armanca çalakiyê tenê hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk in. Ev çalakî ji hêla Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rizgar û hêzên TŞYG’ê ve bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo hatiye pêkanîn.’’