Hêzên dewletê êrîşî gundê Talate dikin; malan dişewitînin

Hêzên dewleta Tirk, piştî hovîtiya li gundê Xerabê Bava, li gundê Talate yê îro dorpêçkirî jî dest bi êrîşê kirin. Hêzên dewleta Tirk bombe li malan barandin û du gundî binçav kirin.

Hêzên dewleta Tirk ku bi rojan e dor li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê girtine û komkujiyê lê dikin, îro gundên Cibilgirave û Talate yên bi 7-8 kîlometreyan dûrî gundê Xerabê Bava ne, dorpêç kirin.

'XANÎ TÊN ŞEWITANDIN, GUNDÎ TÊN BINÇAVKIRIN'

Gundiyekî Talate agahî da û diyar kir, ku piştî dorpêçê hêzên dewletê danê êvarê dest bi êrîşê kirine û got, "Piştî dorpêça danê sibehê hat kirin, hêzên dewletê danê êvarê dest bi topbaranê kirin. Bi topan xaniyan xera dikin û niha dengê teqînên mezin tên. Dû bi ser gelek malan ve ketiye. Ji ber ku em nikarin ji hundir derkevin, baş nizanin bê çi diqewime."

Gundiyê Talate ragihand, gundiyên bi navê Abdurrahman û Hamît hatine binçavkirin û rewş niha gelekî cidî ye.