Heyet: Têkiliya operayonê bi referandûmê re heye

Hevberdevkê Bloka Aştiyê Altay têkildarî bûyerên ku li gunêd Xerabê Bava ya Nisêbînê diqewimin axivî û bal kişand ku têkiliya operasyonan bi referandûmê re heye.

Heyeta ku bi armaca şikandina dorpêçê û bûyerên ku li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di cih de bibînin çûne herêmê, piştî astengirinê û çalakiya rûniştinê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê heyetê destpêkê Hevserokê HDP’ê Alî Aslan daxuyanî da û diyar kir ku bi rojan ku gund di bin dorpêçê de ye û leşker rê nadin ku welatî ji malên xwe derkevin. Aslan diyar kir ku leşkeran destpêkê rê dane ku welatî lawirên xwe ji êxuran derxînin, hat diyarkirin ku piştî welatiyan lawirên xwe ji bo çêrandinê berdan derve anonsên ku leşkeran li ser wan re gule teqandine hatine. Alsan bal kişand ku dixwazin gund vale bikin, di pêvajoya referandûmê de kiryarên bi vî awayî ne ji rêzê ye. Aslan ê banga hestyariyê kir, ên ku li dijî van kiryaran bêdeng dimînin hevkarê vê zilm û zextê ne.

 ‘EM ŞEWATA VÎ AGIRÎ LI SER RÛYÊ XWE JÎ HÎS DIKIN’

Piştre jî Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altay kir û got: “Li vir şewatek heye û em wê şewatê li ser rûyê xwe jî hîs dikin. Agir li porê me jî xistiye. Divê her kesê li Rojava vê yekê hîs bike. Em ji bo dengê li vir û bûyerên li vir diqewimin ragihînin her kesê kom bûne. Lê me li vir tên astnegkirin. Dema em hatin Nisêbînê me xwe wisan hîs kir kû çûne Bakur, lê weke leşkerên ku çûne Sûriyeyê, em rastî leşkerên ku xaka xwe dorpêç kirine hatin. Rê nadin ku em bikevin hundir.”

‘AGAIYÊN BI TENDURIST NAYÊN GIRTIN’

Altay wiha pê de çû: “Hêzên ewlekariyê yên ku çûn her malê çima heta niha dorpêç didome? Çima hê rê nayê dayîn ku bikevin hundirê gund. Mirovên li vir, xizmên wan ên ji kes û karên xwe yên li gund agahiyên bi tendurist nagrin. Ji ber ku agahiyekê nagirn li vir in, em ê li vir jî bin. Eger ku li vî welatî aştiyek bibe, wê bi wekhevî û edaletê bibe. Li vir hêzên ewlehiyê aştiyê sabote dikin. Ev oparasyon ti nêzîkatiya wê bi ewlekariyê ve nîne. Bi temamî leşker ji bo femana desthilatdariyê tê bikaranîn. Berpirs Walîtiya Mêrdînê ye. Hemû daxwazên me ji aliyê Walî ve tê redkirin.

 ‘DI NAVA EDALETÊ DE DIXWAZIN HÊVIYA JIYANÊ QÛT BIKIN’

Altay destnîşan kir ku tiştên diqewimin têkiliya xwe bi referandûmê re heye û got: “ Serokwezîr û rêyedarên hikûmetê dibêjin ti zext ûzilim li kesên ku dibêjin ‘NA’ nayê kirin, lê zilma mezin li vir tê kirin. Gund bi vê armancê tê bikaranîn. Bi xwezayî jî hêzên ewlekariyê bi vê armancê tên bikaranîn. Armanca wê siyasiye; zexê li gundên ku wê bêjin ‘NA’ dikin. Ya ji xwe tê kirin jî ev e; di vana wekhev û edaletê de dixwazin hêviya jiyanê ya vî gelî bi qût bikin. Lê em rê nadin vê. Li ser vê xakê çi dibe bila bibe direng an jî zû bi rojava, bakûr, bi Kurd, Tirk di nava aştî,demokrasî, edalet û wekehviyê de bijîn.”

Piştî daxuyaniyê heyet vegeriya Mêrdînê. Tevgera pêgerên bê mirov li herêmê didomin.