BI DÎMEN

Gundiyê Xerabê qala îşkenceyê kir û bang kir

Rîbhet Bayhan ê li gundê Xerabê Bava hat binçavkirin û duh êvarê hat berdan, qala îşkenceya di binê çavan de lê hat kirin, kir.

Hêzên dewleta Tirk ev 15 roj in dor li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê girtiye û êrîşan dikin, b dehan kes ji gund girtin binçavan û îşkence li wan kirin. Yek ji gundiyên ku di roja 3. a dorpêçî û êrîşê de hatin binçavkirin Rîbhet Bayhan e. Bayhan ku 12 rojan di binê çavan de ma, qala îşkenceya li wî, li birayê wî Sabrî Bayhan, gundiyan Şukru Koçhan û Abdî Aykût hat kirin, vegot.

'HOVÎTIYEKE MEZIN KIRIN'

Rîbhet Bayhan da xuyakirin, ku hêzên dewletê hovîtiyeke gelekî mezin li gund kirin û got, "Bi hêzeke mezin a leşkerî hatin û di roja destpêkê de dor li gund girtin. Di roja duyemîn de êrîşgeke giran birin ser gund. Hovîtiyeke mezin li jin, zarok û me hemû gundiyan kirin. Heqaret û îşkence li me kirin. Gotin têra vegotina tiştên bi serê me ve anîn, nake."

Bayhan diyar kir, di roja sêyemîn de hêzên dewletê avêtin ser malên wan û got, "Tevî 13 kesan ez jî binçav kirin. Piştî me jî gelek kes binçav kirin."

'MIN DÎT KU ÎŞKENCE LI ABDÎ AYKÛT Û LI YÊN DIN KIRIN'

Bayhan da zanîn, ku di binê çavan de heqaret û îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin û wiha dewam kir: "Di binê çavan de em 13 kes li hucreyekê bûn, gelekî sar bû. Timî heqaret û îşkenceya fîzîkî li me dikirin. Îşkenceyeke giran li birayê min Sabrî û Şukru Koçhan kirin. Ez bi xwe şahid im, ku min dît îşkence li wan herduyan kirin."

Bayhan der barê Abdî Aykût ê ku bi wêneyan piştrast bû ku îşkence lê hatiye kirin got, wî dîtiye ku îşkence li Abdî Aykût kirine. Bayhan destnîşan kir, ku îşkenceya gelekî giran li Aykût hat kirin, ji ber ku ji ser hişê xwe çû, ew rakirin nexweşxaneyê.

'EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN'

Rîbhet Bayhan bang li gelê Kurd kir, ku li pêşberî vê zilmê bêdeng nemîne û li dijî dorpêçî û êrîşa li gundên Xerabê Bava û Talatê bibin yek.