Gerîlayê HPG’ê Tekîn ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Vedat Tekîn (Soro Zerdeşt) ê di bomberdûmana balafirên şer de li bejahiya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Vedat Tekîn (Soro Zerdeşt) ê ku 23’yê Cotmehê di bomberdûmana artêşa Tirk de li bejahiya Bedlîsê bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê hat wergirtin û anîn Êlihê. Cenazeyê Tekîn li têketina Êlihê ji hêla gelek kesan hat pêşwazîkirin û bi konvoyek dûvdirêj ê wesayîtan ve anîn Goristana Girbereşkê. Girseyê, darbesta Tekîn a bi rengên kesk, sor û zer pêçayî li ser milan û di nav dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Ey Şehîd Rêya Te Rêya Me Ye” de heta cihê ku wê bê veşartin anî.

Piştî cenazeyê Tekîn hat veşartin, ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin. Di merasîmê de Hevserokê Şaxa MEYA-DER’ê ya Êlihê Şukru Baytar axivî, diyar kir ku di hefteya dawî de 5 ciwan veşartine û got; “Ji bo xwedîderketina mîrasa ciwanên xwe em ê têbikoşin. Heta em têkoşîna wan bigihînin serkeftinê em ê li ber xwe bidin. Em soza vê didin tevahî şehîdên xwe.”

Domahiya merasîma cenazeyê de pêgerên hewayî yên bêmirov li ser goristanê geriyan.

Malbata Tekîn, li Mala Sersaxiyê ya Yeşîltepeyê ku li Taxa Yeşîltepe ya navenda Êlihê ye, wê sersaxiyan qebûl bike.