BI DÎMEN

Gelê Nisêbînê: Êdî bes e Erdogan, em qedexeya te nas nakin

Li hember qedexeya kolanan a li Nisêbînê û êrîşên hêzên dewletê Nisêbînî daketin kolanan û ev peyam dan: “Erdogan, êdî bes e, em ne te ne jî qedexeya te nas dikin.”

Li hember qedexeya kolanan a li Nisêbînê û êrîşên çekdarî ya hêzên dewletê, Nisêbînî daketin kolanan, ev peyam dan: “Erdogan, êdî bes e, em ne te ne jî qedexeya te nas dikin.”

Li hember qedexeya kolanan a li Nisêbînê bi êrîşên çekdarî ya hêzên dewletê didome û di roja 13. de heta niha li Tirkiye û Kurdistanê qedexeya kolanan a herî demdirêj e, gelê Nisêbînê gotin, “Êdî bes e” û daketin kolanan. Hema hema tevahî taxên Nisêbînê û gelê Taxa Yeşîlkent jî daket kolanan, bi meşekê li hember qedexeyê serî hilda û nas nekir. Bi sedan kesên li Taxa Yeşîlkent hatin cem hev, bi çepik, tilîlî û dirûşma “Bijî Berxwedana Nisêbîn” ve meşiyan baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî. Di meşa ku Hevşaredar Cengîz Kok piştgirî da jinan gotin ku wê qedexeyê nas nekin û vê zilma tê ferzkirin qebûl nekin.

Di Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî  Jinê, jinên ku li hember qedexeya kolanan bi serî hildane, Hacîre Altûg, Fehîme Kultur û Fîlîz Demîr û ji meşvanan Hasan Dogan îsyana xwe ya li hember qedexe, êrîş û zilmê bi rêya ANF’ê qîr kirin.

‘ÊDÎ BES E ERDOGAN’

Hacîre Altûg: Êdî bes e Erdogan, êdî bes e, ji zilma te re bes e. Te zarokên me qetil kir, êdî bes e ji te re Erdogan. Ti malên me xera dikî, zarokên me dikujî. Êdî bes e Erdogan. Mala bavê min xera kirine, şewitandine. Nahêlin ez biçim bibînim, destûrê nadin, ez nikarim ji malbata xwe ti agahiyan bigirim. Êdî ji vê zilmê re bes e. Êdî em nas nakin, ne we ne jî qedexeyên we. Li hember zilmên we jî heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.

‘ÊDÎ EM QEDEXEYA WE NAS NAKIN’

Fîlîz Demîr: Gelê me bi rojan neçar hiştin. Nexweşên di nav livînan de, zarok di malan de heps kirin. Erdogan êdî bes e. Em ê êdî qedexeyê nas nekin, bila werin wek salên 90’î gel di bin panzeran de dihiştin bila bipelçiqînin, gulebaran bikin. Lê em ê ji îro û pê ve vê qedexeyê nas nekin. Bila were bi balafirên xwe bomberdûman bike lê em ê êdî vê qedexeyê nas nekin.”

‘AN EM Ê TINÊ BIBIN, AN JÎ WÊ VÊ ZILMA BI DAWÎ BIBE’

Fehîme Kultur: Di dîrokê de nehatiye dîtin, ev 13 roj in em di mala xwe de hatine hepskirin, em nikarin ti pêwîstiyên xwe yên mirovî bi cih bînin. Em êdî nikarin vê qebûl bikin, em yek in, bi hev re ne, em ê bi hev re li hember vê zilmê li ber xwe bidin. Erdogan ji pitika me ya 40 rojî, heta zarokên me pîrên me, me qetil dike. Em êdî nikarin vê qebûl bikin, an em ê tine bibin an jî em ê êdî vê rewşê qebûl nekin.

‘ORHAN MÎROGLU, MA TU ŞERM NAKÎ?’

Hasan Dogan: Êdî ev qedexe nayê qebûlkirin. Ez bang li tevahî gelê Kurdistanê dikim; li Nisêbînê xwedî derkevin û li derdora Nisêbînê bibin yek. Em bê elektrîk û bê av bi rojan li ber xwe didin. Pîr û zarokên me nexweş in, ev qedexe êdî nayê qebûlkirin. Ez dixwazim axaftinekê duduyan ji Mîroglû re jî bikim. Mîroglû dibêje, ‘tiştekî jê bê şermkirin tineye’. Ti ji vê rewşê şerm nakî Mîroglû? Tê hîn ji çi şerm bikî, ma şerma te heye Mîroglû? Te bi kesên qirêj re li hev kir û ti çû meclîsê, dibêjî, ‘tiştekî jê bê şermkirin tineye’. Her tiştên ku li vir pêk tê şermek herî mezin e, zilmek mezin e.

...