Gelê Kobanê li dijî artêşa Tirk ber bi sînor ve diherike

Piştî ku artêşa Tirk kete nav xakên Kobanê gel kete nav berxwedanê.

Artêşa nêzîkî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê, bi mebesta ku Kantona Kobanê dagir bike, dest bi lêkirina dîwarê dagirkeriyê kir.

Artêşa Tirk bi tiran blokên betonê dibe herêmê.

Gelê Kobanê jî ji bo ku li dijî dagirkeran raweste û destûrê nedê dîwarên dagirkeriyê ber bi sînor ve herikîn.

Esnafan jî deriyên dikanê xwe girtin û ber bi sînor ve beziyan.

Hemû esnafên bajêr dirabeyên dikanên xwe kişandin. Rêveberiya Kantona Kobanê jî tevlî nav meşa azadiyê ya gelê Kobanê bûn.