Fermandara YPJ'ê Abdullah li Danîmarkayê tevlî civîna gel bû

Heyetek payebilind a ji Rojava, piştî hevdîtinên li Kopenhagenê li salona Başak Saray a li Sydhavnê tevlî civîna gel bû.

Endamên heyetê Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omar, Hevseroka TEV-DEM'ê Sînem Mûhammed û Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah bi qasî du saetan ji beşdaran re axivîn.

Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omar, der barê federasyona li Rojava hat ragihandin de agahî da yên li salonê û destnîşan kir, ku bi saya berxwedana Kobanê û şehîdên di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane ew îro li herêmeke mezin a Sûriyeyê serdest in.

'PIRSÛSÊ BI ŞEV Û ROJ KOBANÊ PARAST'

Omar got, "Bi dehan Bakurî di berxwedana li Kobanê de şehîd ketin. Pirsûs bi şev û roj ji ser sînor neçû û ji Kobanêyan re bû destek û hêvî. Pirsûsê Kobanê parast." Omar mizgînî da ku ew ê korîdora Efrînê bi Kobanê û Qamişlo ve girê dide vekin. Omar her wiha destnîşan kir ku Rojava ne tenê ji bo Kurdan e, di heman demê de welatê Asûrî, Çeçen, Ereb, Ermenî, Êzidî, Keldanî û Tirkmenan e û mafê hemûyan ê jiyaneke însanî lê heye.

Hevseroka TEV-DEM'ê Sînem Mûhammed piştre mafê axaftinê wergirt û got, "Dema li Rojhilata Navîn sînor hatin destnîşankirin, Kurd nebûn. Lê em van sînoran qebûl nakin. Kurd êdî Kurdên berê nînin." Mûhammed axaftina xwe wiha dewam kir: "Pêkhateyên qaşo mûxalefetê yên li Sûriyeyê şer dikin, ji bilî berjewendiyên xwe ji bo tiştekî din şer nakin. Komên li ser navê Qatar, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê şer dikin e. Lê em ji bo Kurdan şer dikin."

'JI BILÎ GELÊ XWE EM DESTÛRÊ JI KESÎ NAGIRIN'

Hevseroka TEV-DEM'ê Sînem Mûhammed got, "Em destûrê ji kesî naxwazin. Me ji gelê xwe destûr xwest û federasyon îlan kir."

Di beşa dawî ya civînê de Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah peyivî û qala têkoşîna YPG/YPJ'ê kir.

Abdullah da zanîn, YPG garantiya Kurdên li Sûriyeyê ye û got, "Qadeke ji 35 hezar kîlometreçargoşeyî hat azadkirin û bi tenê di nava Asayîşê de 60 hezar hêzên ewlekariyê li bajaran wezîfeyê dikin." Abdullah diyar kir, her wiha bav û dayikan rahiştin çekan û tabûrên xwe ava kirin, navê zarokên xwe yên şehîd ketî li tabûrê xwe kirin.

Abdullah bibîr xist, ku li Kobanê ne bi saya balafirên koalîsyonê, wan bi saya Kurdên li dîasporayê ku dengê wan bilind kirin, bi saya meş û çalakiyên wan hêz û moral dîtine û destnîşan kir, ku tevî dûrbûneke ji hezaran kîlometreyî jî wan ev desteka Kurdan ji bo Rojava her tim hîs kirine. Abdullah got, "Em dizanin ku bedena we li vir e, lê dilê we li Rojava ye."

Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah herî dawî diyar kir, ew ê heta dawiyê têkoşîn û doza xwe bidomînin û gotina Hz Mûhammed "Hûn rojê bixin nava destê min ê rastê û heyvê jî deynin ser destê min ê çepê, wellehî ez dev ji doza xwe bernadim" bibîr xist. Abdullah di dewama axaftina xwe de got, "Mîna ku Hz. Mûhammed got, welehî em ê ji doza xwe venegerin. Em vê sozê didin we."

...