‘Êrîşên AKP'ê yên li ser çapemeniyê dide nîşandan ku em li ser rêya rast in’

Rêveberiya Heftenameya Rojev Mexmûr Dîlan Şeval a şopdarê Rojnaven Deniz Firat diyar kir, her ku diçe êrîşên li ser çapemeniya azad zêde dibin û got; “Ev êrîş careke din dide nişan ku bê çi qasî li ser rêya rast û heqîqetê dimeşin.”

Dewleta Tirk êdî çav daye deng û rengê gelê Kurd, Bi vê yekê ve girêdayî di van rojan de 12 qenal û 11 radyo girtin. Têkîldarî mijarê xebatkarên Heftenameya Rojev Mexmûrê ji ajansa me re axivîn û êrîşên dewleta Tirk a di rêveberiya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan de şermezar kirin û peyamên destekê ji bo radyo û televîzyonên hatine girtin û astengkirin dan.

Rêveberiya Heftenameya Rojev Mexmûr Dîlan Şeval destnîşan kir ku Erdogan ê serkêşiya faşîzmê dike, bi vê yekê jî têr nebû û dest dirêjî MED-NÛÇE'yê kir û ferman da Eûtelsat ku weşana MED-Nûçeyê asteng bike. Şeval wiha dewamî da axaftina xwe: “Em wekî çapemeniya azad heta dawiyê li ser şopa heqîqetê bimeşin û rastiyên dijmin û Erdogan ê diktatorê faşîst raxin ber çavan. Ev êrîş careke din dide nişan ku çi qas li ser rêya rast û heqîqetê dimeşin.” Dîlan Şeval bi bîr xist ku ew di aliyekê de serbilind û li aliyê din jî pir xemgîn in û wiha axivî; "Ji ber ku hemû rê û rêbazên dengê gelê mezlûm tên qutkirin. Bi sedan rojnamevan ji ber rastiya dijmin eşkere kirine hikûm lê hatine birîn û li girtîgehan e."

Şeval destnîşan kir ku ew careke din vê helwesta faşizan a hikûmeta AKP’ê û Erdogan şermezar dikin, got; “Bila her kes baş bizanibe ti êrîş û zext nikarin wan ji rastiya ku em li pey diçin gavê bi şûn de bide avêtin.” Şeval herî dawî di serî de gelê Kurd bang li sosyalîst, çepgir û beşên demokrat kir ku li dijî êrîşan deng û rengên xwe biparêzin û li dijî van êrîşan dakevin qadan.

‘HETA DAWIYÊ EM Ê LI PEY ŞOPA RASTIYÊ BIMEŞIN’

Nûçegihanê Rojnews û Edîtorê Heftenameya Rojev Mexmûrê Wehbî Demîr jî diyar kir ku ev êrîşên ku li ser çapemeniya azad tê meşandin dide xuyakirin ku asta polîtîkayên qirkirinê gihiştiye çi astê û wiha dewamî da axaftinê; “Xweranegirtina li Zarok TV ya ku tenê weşanê bi Kurdî ji bo zarokan dike, radixe berçavan ku asta helandina Kurdan û dijminatiya li dijî Kurdan di çi merheleyê de ye.” Demîr bi bîr xist ku bi dehan caran tv û qenalên Kurdan hatine girtin û ti carî serî li ber dijmin nehatiye tewandin û got; “Çanda berxwedanê ya gelê Kurd ji dîrokê tê û îro jî wê li dijî van kiryaran berxwedaneke topyekûn were meşandin.” Demîr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta dawiyê em ê li ser şopa rastiyê bimeşin, rastiya hovîtiya dijmin raxin ber çavan. Ji ber ku çapemeniya azad rastiya hovîtiya dewleta Tirk a di serektiya  Erdogan ê faşîst û çeteyên Qesrê ya li bajarên Kurdistanê da nişandan ev êrîş tê kirin. Ji ber ku li hember Erdogan ê dîktator serî netewand, bi çavsorî bi ser çapemeniyê de diçe.”

Edîtor Wehbî Demîr destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ya ku benê wê di destê Erdogan de ji êrîşên li ser çapemeniya li Kurdistanê têr nebû, berê xwe da Ewropa û ferman da Eûtelsat ku MED-Nûçe ya ku bi azad weşanê dike û di demê herî zehmet de bû dengê hewara Sûr, Cizîr, Şirnex, Gever û hwd. weşana wê bide astengkirin.

Demîr herî dawî diyar kir ku wê heta dawiyê li ser şopa pêşengên xwe Apê Mûsa û Deniz Firat bimeşin û li pey rastiyan biçin û ji her demê bêhtir dengê gelê Kurd ragihînin cîhanê.

Belavkarê Heftenameya Rojev Mexmûrê Harûn Marînos jî, darbeya hikûmeta AKP/Qesrê ya li ser çapemeniya Azad şermezar kir û got: ‘’Erdogan ê faşîst hewl dide di bin navê Rewşa Awarte de darbeyekê li dijî çapemeniya muxalîf bi taybet dengê Kurdan li dar bixe û vê yekê jî gav bi gav dixe meriyetê.” Marînos destnîşan kir ku di van rojên dawî de darbeyek li dijî TV û Radyoyan hate li dar xistin û got; “Bi taybet hewl dide deng û rengê gelê Kurd bifetisîne. Ya herî balkêş jî ew e qenalê Zarok TV jî hate girtin û ev dide nîşandan ku êdî dewleta Tirk xwe li her cure deng û rengê Kurdan jî nagire. Zarok TV tenê weşana xwe bi Kurdî dikir. ‘’

Marînos bal kişand ser biryara girtina satelayta Eûtûlsatê ya ji bo MED-Nûçe û ev biryar şermezar kir û banga berxwedanê ya li dijî van hewldanan kir.

 

...