Encamnameya Meclîsa Sivîl a Reqayê hate eşkerekirin

Piştî Civîna Damezirîner a Meclîsa Sivîl a Reqayê bi dawî bû, encamamnameya civînê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Encamnameya Civîna Damezirîner a Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî ku civîn bi dawî bû ji aliyê Endamê MSDʹê Umer Elûş ve hate xwendin.

Encamnameya Civîna Damezirîner wiha ye:

“Zêdeyî sed rûspî, siyasetmedar û rewşenbîrên bajarê Reqayê û gundewarên wê di 18′ê Nîsana 2017′an de li hev civiyan û piştî ku rewşa siyasî ya Sûriyeyê (bi taybetî parêzgeha Reqayê) hat nirxandin, hate dîtin ku herêm ji ber siyasetên sîstemên dîktator û komên terorîst ên girêdayî wê, ber bi hilweşadanê ve diçe.

Ji bo avakirina civakeke azad û wekhev, divê sîstemeke demokratîk, pir reng û nenavendî ava bibe û nirxên biratiya gelan û jiyana hevbeş a li ser bingeha Neteweya Demokratîk were ava kirin.

Ji bo pêkanîna van armancan, beşdaran Meclîsa Sivîl a Reqayê ava kirin, da ku bajar piştî rizgarkirinê ji milên dada civakî, xizmetên tenduristî, parastin, xwendin, jin, ciwan û ragihandinê ve, were rêvebirin.

Piştî avakirina Meclîsê, Leyla Mustefa û Şêx Mehmûd Bersan ji bo Hevserokatiya Meclîsê hatin hilbijartin.

Di civînê de ev biryar hatin girtin:

*Divê şêniyên koçber vegerin warên xwe û geşkirina ruhê hevgirtin û hevkariyê di navbera gelê bajêr de bi pêş bikeve.

*Xurtkirina xebatên parastinê ji bo ku bajar bi ewle bibe.

*Piştî ku bajar bi temamî were rizgarkirin, wê Meclîs ji nû ve were ava kirin da ku hemû gelên herêmê xwe tê de bibînin.

*Divê jin û ciwan pêşengiya civakê bikin.

* Bajar û gundewarên wê wê bi riya avakirina Meclîsan were birêvebirin.

*Aktîfkirina hemû sazî û desteyên ku ji ber rewşa şer ziyan dîtine.

*Meclîsa Sivîl a Reqayê spasiya şervanên QSD′ê yên leheng dike ku ew di Hemleya Xezeba Firatê de gelek fedekarî kirin.

*Navenda Meclîsê bi awayekî demkî li bajaroka Eyn Îsa tê ava kirin, heta ku bajarê Reqayê rizgar bibe.

*Meclîsa Sivîl a Reqayê da zanîn ku hemû parêzgehên Sûriyeyê li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş, ji wan re bûn alîkar.

Beşdaran bang li civaka navneteweyî kir ku bi gelê Reqayê re bibe alîkar, da ku bikaribin bajarê xwe ji nû ve li ser bingeha azadî, wekhevî û demokrasiyê ava bikin.

Bijî Sûriyeya demokratîk, pir reng û nenavendî

Bimire teror û sîstemên dîktatoriyê

Dest bi dest em bajarê Reqayê bikin mînaka jiyana hevbeş û biratiya gelan

Meclîsa Sivîl a Reqayê spasiya hemû kesan kir ên ku beşdarî amadekariyên avakirina Meclîsê bûn. Meclîs hêvî dike ku hemû kesayet û rûspiyên ku beşdar bûn, cihê xwe di nava rêveberiyê de bigirin.”