Di platformê de li ser tecrûbeyên xweseriya demoratîk gotûbêj tên kirin

Di Komxebata Nîqaş û Diyaloga Sûriyeya Demokratîk de, li ser ceribandinên rêveberiya xweser a demokratîk hate rawestandin. Nirxandinên li ser rêbazên xwerêveberiyê demokratîk a di demê borî de hatin jiyîn hate rawestandin.

Platforma Sûriya Demokraîtk di roja duymîn de didome. Di Platforêmê de, beşdar li ser tecrubeya Rêveberiya Xweser nîqaş kirin.

Beşdaran dane zanîn ku di rewşa ku Sûriyê tê re derbas bû de pêdivî bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hebû ji ber ku gelek aliyên li Sûriyê bi planên derve ve girêdayî bûn, ev plan jî ti xizmet ji gel re nekir û ji bo aloziya herêmê, nebûn çareserî.

Beşdaran diyar kirin k Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk herêm ji şerê navxweyî rizgar kir û destnîşan kirin ku sîstema li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan tê avakirin, bû bingehê rêvebirina herêmên ku Rêveberiya Xweser lê hatiye ragihandin.

Beşdaran her wiha destnîşan kirin ku tevî gelek zext û zorên ku li ser Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk hatin jî, lê Rêveberiyê karîbû mafê hemû pêkhateyan biparêze û herêmê ber bi guhertineke mezin a demokratîk ve bibe. Her wiha dane zanîn ku Rêveberiya Xweser çanda gelê herêmê ya ku sîstemên desthilatdar ew jê bêpar hiştine, jinûve vejîn kir.

Beşdaran anîne ziman ku jinê di Rêveberiya Xweser de gelek serkeftin bidest xistine û di saziyan Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl de, pêşengtî kirine.

Beşdaran di hin xalan de kêmasiyên di rêveberiyê de derketin jî anîn ziman û dan zanîn ku ji ber rêveberî di şert û mercên herî zehmet de hate avakirin, hin kesên ku bê tecrube bûn hatin erkdarkirin û ev yek bû sedema ku kêmasî bêne jiyankirin. Beşdaran gotin ku divê kêmasiyên hatin jiyîn bêne derbaskirin, da Fedraliya demokratîk de bê ragihandin.