Di çalakiya fedaî ya li hemberî qereqola Axê de 20 leşker û kontra hatin kuştin

HPG'ê da xuyakirin, di çalakiya fedaî ya bi wesayîta bombebarkirî li hemberî qereqola Axê hat kirin de, 20 leşker û kontra hatine kuştin, 15 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encamên çalakiya fedaî ya li Mêrdînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Roja 25'ê Gulanê saet di 19:30 de, hevrêyê me Dijwar Wan bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî qereqola Axê ya li herêmeke navbera navçeyên Kerboran û Midyadê yên Mêrdînê, çalakiya fedaî pêk anî. Di vê çalakiyê de nîzamiyeya qereqolê bi temamî îmha bû, beşeke mezin a qereqolê hilweşiya, 2 holik û çeperek îmha bûn. Di encama vê çalakiya fedaî de 20 leşker û kontra hatin kuştin, 15 leşker jî birîndar bûn. Yek ji van kontrayên hatin kuştin Şexmûs Korû ye kud i salên 90'î de rê li ber şehadeta gerîlayên me vekiriye. Piştî çalakiyê artêşa TC tevî maşînên xwe yên zirxî mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakir. Artêşa TC piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Bedran Koçer û şehîdên Kerboran û Hezexê hatiye kirin."