Destûr nayê dayîn girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin!

Rewşa tenduristiyê ya Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, roj bi roj xebaş û xetere dibe.

Rewşa tenduristiyê ya Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, roj bi roj xebaş û xetere dibe. Malbata Yamaç destnîşan kir ku eger di demeke kurt de tedawî destpê neke, dibe ku êdî dereng be û bang hestiyariyê li raya giştî kir.

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, ji ber ku di nameyên xwe de behsa rewşa xwe ya tenduristiyê dike, dest datîne ser nameyên girtiyê nexweş Mehmet Yamaç û li hemberî wî tecrîdê dimeşîne. Li nexweşxaneyê jî, ji ber ku Yamaç xwest kelepçeya li destê wî bê vekirin û bi vî rengî bê tedawîkirin, hêzên ewlekariya dewleta Tirkiyeyê, bêyî bê dermankirin ew ji nexweşxaneyê anîn girtîgehê. Yamaç ê li koxûşa lê dihat ragirtin ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê, piştî ku demekê li nexweşxaneyê hat sekinandin, careke din anîn hucreya wî. Hat ragihandin ku tedawiya wî di nava şert û mercên girtîgehê de bi ti awayî ne pêkane û rêveberiya girtîgehê bi zanebûn tedawiyê asteng dike. Malbata Yamaç banga hestyariyê li raya giştî kir û ji bo girtiyên nexweş ji her kesî xwest bi berpirsyarî rabe.

'HERÎ ÊDE 3 SAETAN DIKARE RAZÊ, GUMANÊN ME LI SER JIYANA WÎ HENE'

Hasan Yamaç ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku birayê wî dibin nexweşxaneyê û bêyî tedawî bikin wî vedigerînin girtîgehê û got, "Di dema birin û anînê de jî timî zext lê tê kirin. Ji ber vê zextê jî nayê tedawîkirin. Hêzên ewlekariyê ji xwe helwesteke însanî nîşan nadin. Dema dibin nexweşxaneyê wî tedawî nakin, ji bo nexweşiya wî tiştekî nakin. Di axaftina herî dawî de ji me re got ku ew dikare li ser piştê xwe dirêj bike û bi tenê rojê 3 saetan dikare razê. Rewşa wî roj bi roj nebaş dibe û gumanên me li ser jiyana wî hene."

'REWŞA WÎ KRÎTÎK E'

Bayram Yamaç jî bal kişand ser hevdîtina wan a dawî û diyar kir ku rewşa kekê wî Mehmet krîtîk e. Yamaç got, "Mîna ku henekê xwe bi me bikin, biryar dan. Me xwestin wî bînin girtîgeheke li Wanê. Ew şandin Edîrneyê. Rewşa wî gelekî nebaş e. Eger tiştek bê serê wî, girtîgeh û Wezareta Edaletê berpirsyar e. Tevî ku rapora 'li girtîgehê nikare bi tena serê xwe bijî' nayê berdan. Li nexweşxaneyê jî nayê dermankirin, lewma nexweşiya wî giran bûye. Em dixwazin tavilê were berdan û di vê mijarê de raya giştî hestyar be."

MEHMET YAMAÇ KÎ YE?

Di komkujiya girtîgehan a 19'ê Kanûnê de, ji ber êrîşê qefesa sînga wî şikest û ji ber gaza kîmyewî beşk ji cegerên wî şewitî. Yamaç ji tedawiya şaş a li girtîgehê, li ser mîda wî birînên bi mezinahiya cm'yekê vebûn.

Tevî vê yekê du sal an li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê, ji ber cihê 'nem û rutûbetê' pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde bûn û xwest, ji cihekî din re bê veguhastin.

Ji ber ku malbata wî li Wanê dijî û şert û mercên avhewayê yên Wanê dikare bandoreke erênî li tenduristiya wî bikin, xwest wî bişînin Girtîgah Wanê. Lê belê Wezareta Edaletê bi biryareke kêfî Yamaç sewqî Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê kir.