Der barê navê ‘Welat’ de doz hat vekirin

Malbata Sever berî niha bi 7 mehan li Midûriyeta Nifûsê ya Navçeya Yakûtiye navê Welat li zarokê xwe yê nû hat dinyayê kirin, lê Dadgeha 3. a Asliye Hiquq a Erziromê bi hinceta tîpa ‘W’ a di navê ‘Welat’ di alfabeya Tirkî de nîne doz vekir.

Malbata Sever berî niha bi 7 mehan li Midûriyeta Nifûsê ya Navçeya Yakûtiye navê Welat li zarokê xwe yê nû hat dinyayê kirin, lê Dadgeha 3. a Asliye Hiquq a Erziromê bi hinceta tîpa ‘W’ a di navê ‘Welat’ di alfabeya Tirkî de nîne doz vekir û xwest nav bê guhertin.

Li Tirkiyeyê pêkanînên qebûlnekirina navên Kurdî didomin. Dadgeha li Erziromê ji bo navê Welat ê berê li nasnameyê hatiye qeydkirin bê rakirin doz vekir. Malbatê ku li hember vê biryarê nerazîbûn nîşan da got ku Dadgeha Mafê Mirovan, Dadgeha Destûra Bingehîn jî di nav de wê her rêyê bikar bînin û ji bo welatîbûnê serî li welatekî din bidin.

Malbata Sever ku navê zarokê xwe li Midûriyeta Nifûsê ya Yakutiye wek Îsmaîl Welat Sever qeyd kir piştî 6 mehan dadgehê li deriyê wan da. Serdozgeriya Komarê ya Erzirom di nivîsa ku 7’ê Gulanê ji Dadgeha Asliya Hiqûq re şand xwest tîpa ‘W’ a di nav de ji ber di alfebaya Tirkî de nîne bê rastkirin.

DADGEHÊ LI SER DAXWAZA DOZGER DOZ VEKIR

Dadgehê jî li ser daxwaza Dozgeriyê ji bo malbata Sever navê zarokê xwe biguherin doz vekir. Doz 30’ê Hezîranê wê li Dadgeha 3. a Asliye Hiqûq pêk were.

‘EM Ê BIÇIN DADGEHA MAFÊ MIROVAN JÎ’

Parêzerê malbata Sever Mehmet Bayraktar, diyar kir ku ya rû daye ne hiqûqî û adil e û ger pêwîst bike wê biçin Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan.

MALBATÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Malbata Sever jî li hember helwesta darazê nerazîbûn nîşan da û got ku li hember zexta li ser wan ji bo ji welatîbûnê derkevin wê daxwazê bikin. 

...