Demîrtaş: Veger nîne; heta serketinê em ê li ber xwe bidin

Demîrtaş destnîşan kir, ku ew ê li dijî darbeya AKP'ê ya li Amedê kiriye, berxwedana xwe ya li kolanan mezin bikin.

Ji bo berdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, mîna duh îro jî bi hezaran kes li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertûgrûl Kurkçu jî hatin ber şaredariyê.

Demîrtaş li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Demîrtaş bi tundî li ber binçavkirina Kişanak û Anli rabû û ji ber berxwedana tê nîşandan spasiya gel kir.

Demîrtaş got, "Ji ber ku ji kêliya destpêkê ya rûdana vê bêhiqûqiyê û vir ve hûn xwedî li hevşaredarên xwe derketin, li ser navê partiya xwe ez spasiya we hemûyan dikim. Beriya her tiştî ev du roj in li ti bajarên Kurdistanê înternet nîne. Televîzyonên mûxalîf hatine desteserkirin, talankirin. Hevalên kedkarên çapemeniyê wêne û dîmenan dikişînin, lê navendên wan ji tirsa qesrê bûyeran naweşînin.

Lê em ê li nava malan bigerin. Eger pêwîstî pê hebe em ê bi şev û roj li nava malan bigerin. Em ê bi destê mirovên xwe bigirin. Ji ber ku rêya herî bi bandor a têkiliyê, lihevketina çavan e. Em ê li hev binêrin. Qenalên medyayê girtin, lê wê nikaribin devê me jî bigirin. Em ê li nava malan bigerin, bixebitn û vê zordariyê bidin bihîstin.

Em ê van bûyeran weke rewşeke ji rêzê nebînin û qebûl nekin. Li pêşberî edaletê mafê kesî nîne sûc bike. Dixwazî Serokkomar be, dixwazî welatiyekî ji rêzê be. Ti cudahî nîne. Ji aliyê kirina sûc de ti ji me ne azad e. Lê belê divê darizandineke adîl hebe ku em jî bi dil rehetî darizandinê qebûl bkin. Ya ku em li dij in darizandin nîne, ji ber ku li holê dadgerî nîne. Komîsyona hiqûqê ya AKP'ê çima min mehkeme dike? Gelo ez mecbûr im ku îfadeyê bidim dozgerekî bi vî rengî? Em li dijî wan dozgeran e ku bi perspektîfa qesrê tevdigerin.

Eger Hevşaredarên me dizî kiribin, di destpêkê de em ê wan ceza bikin. Ez vê jî bi rengekî vekirî bêjim: Hevşaredarên me, di serî de Kişanak û Anli, di her serdemê de ji bo aştiyê derfetên xwe seferber kirin. Mafê kesî nîne ku şaredariyên me bi desteka ji bo çekê, terorê û şîdetê sûcdar bike.

Eger hûn li kesên destekê didin terorê digerin, wê çaxê berê xwe bidin Enqereyê, li Stenbolê binêrin. Li Topbaş, li Gokçek binêrin. Li yên ku nîvê Stenbol û Enqereyê dan cemaeta Gulen binêrin. Mufetîş çend roj in ji vir derneketin. Bila qurişekî bi tenê îspat bikin. Hemû derew in. Tiştekî bi vî rengî nîne.

Me heta niha timî hilbijartinên pêşwext didîtin. Lê êdî hilbijartinên pêşwest nîne. Heta şaredarî werin îadekirin, wê ji niha û pê ve her tim berxwedan hebe.

'EM Ê AZADIYÊ BÎNIN'

Hûn ê her tiştên we talan kirine, dizîne vegerînin. Em dixwazin wezîfeya hevşaredarên me radestî wan bikin. Hûn ê vîna gel radest bikin; ji bilî vê em tiştekî din qebûl nakin. Em serî natewînin. Em ê bi serbilindî li dijî we bisekinin. Her kes, heta serketinê wê dakeve kolanan û ji vê rêyê venegere. Yên serî li şîdetê didin, bila bi aqilane tevbigerin; ev gel ne mîha serê wê li ber kêrê ye. Em ê azadiyê bînin û em ê vê yekê bi berxwedanê bi ser bixînin."

...