BI DÎMEN

Cotyar Pêşewa: Baştirîn alternatîf konfederalîzma demoktatîk e

Cotyar Pêşewa kongreya PJAK’ê li gelê Kurd, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li malbatên şehîdan pîroz kir û got: “Armanca kongreya heftem bicihkirina sîstema konfederalîzma demokratîk e li Îranê.”

Cotyar Pêşewa ku beşdarî kongreya PJAK’ê bûye, têkildarî lidarxistina Heftemîn Kongreya PJAK’ê ji ANF’yê re axivî û behsa armancên kongreyê kir.

Cotyar Pêşewa têkildarî kongreyê ev tişt anîn ziman: “Destpêkê, ez bi rêz û hurmet di kesayetiya şehîdan de ku ji destpêka damezrandian PJAK’ê ve heta niha şehîd bûne, hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi bîr tînim. Her wiha ez hemû şehîdên şoreşa jin, jiyan, azadiyê jî bi bîr tînim ku sembola berxwedanê bûn li dijî sîstema Îranê ya dagirker. Heftemîn Kongreya PJAK’ê li Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li dayikên şehîdan, li gelê Kurd ê welatparêz û li hemû gelên Îranê pîroz dikim.”

ARMANCA SEREKE YA KONGREYÊ HILWEŞANDINA SÎSTEMA ÎMRALIYÊ YE

Baweriya me ew e ku Heftemîn Kongreya PJAK’ê dê bibe gaveke mezin ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Îranê. Armanca sereke ya Kongreyê hilweşandina sîstema Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû.

Lidarxistina Heftemîn Kongreya PJAK’ê pêwîstiyeke vê qonaxê bû û ji bo xwedîderketina li îdeal û berxwedana şoreşa jin, jiyan, azadiyê bû. Her wiha amadekariya PJAK’ê ye ji bo wan pêşhat û guherînên ku li herêm û cîhanê çêdibin. Girîngiya Kongreyê ew e ku em dibin beşek ji wan guherînan ku diqewimin û em bandora xwe li wan dikin. Pêwîst e di guherînan de roleke me ya bingehîn hebe.

BAŞTIRÎN ALTERNATÎF JI BO DESTHILATDARIYA NIHA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E

Çareseriya me ji bo pirsgirêkên gelên Îranê konfederalîzma demokratîk e. Ji bo ku em vê modelê bigihînin gelên Îranê, PJAK’ê kongreya xwe li dar xist. Zelal e ku baştirîn alternatîf ji bo desthilatdariya Îranê ya niha ya qirker û çewisîner avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk e li Îranê. Lewma di vê kongreyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku PJAK’ê kêm xebat kiriye ku sîstema konfederalîzma demokratîk bi gelên Îranê bide nasandin. Ji ber vê yekê di vê kongreyê de rexnedayîna vê yekê hate kirin. Her wiha di kongreyê de hat destnîşankirin ku divê ji bo avakirina neteweya demokratîk li Kurdistanê û avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk li hemû Îranê gavên çalaktir û mezintir bêne avêtin. Ev piştrast im ku bi vê hêz û enerjî û îradeyê em ê di siberojê de ji daxwazên gelên Îranê re bibin bersiv.

EM Ê NEHÊLIN KU TOVÊN XIYANETÊ BÊNE ÇANDIN

Mijareke din û armanceke kongereyê ya bingehîn ew bû ku ew ê bi tu awayî rê nedin xiyanetê li rojhilatê Kurdistanê. Em ê nehêlin ku tovê xiyanetê bê çandin. Çinku desthilatdarî û sîstema cîhanî dixwazin tovê xiyanetê li hemû Kurdistanê biçînin û wek nexweşiyekê belav bikin. Lewma pêwîst e gelê me li hember vê yekê hişyar be.”