Çend agahî ji operasyona Reqqayê

Operasyona hêzên QSD'ê ya ji bo rizgarkirina bakurê Reqqayê di roja 4. de ye.

Hêzên QSD'ê ji bajarokê Eyn Îsa yê li başûrrojhilatê Kobanê, ji 3 baskan ve (Eyn Îsa, herêma Nexil û Tûgaya 93.) ber bi hedefên hatine destnîşankirin dest bi operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê kirin. Di van operasyonên paqijkirinê de gelek gund gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin û gelek çete hatin kuştin.

ÇETEYÊN DAIŞ'Ê BERÎ BIREVIN ZEVIYAN DIŞEWITÎNIN Û MAYÎNAN DIÇÎNIN

Çeteyên DAIŞ'ê yên nikarin li ber operasyonê bisekinin, beriya ji herêmê birevin mayînan li gundan diçînin û zeviyan dişewitînin.

Çeteyên DAIŞ'ê dema ji gundên Nemrûdiye û Hîşe yên li başûrrojhilatê Eyn Îsa reviyna, gelek mayîn çandin. Gelê li herêmê, ji ber van mayînên çeteyan nikarin bi rehetî tevbigere. Şêniyên herêmê gotin, zeviyên wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine şewitandin.

Şervanên QSD'ê bi çekên giran derbên xurt li çeteyên li rojavayê gundê Hişê ya Mezin a li qiraxa Çemê Çelebê bi cih bûbûn, xistin. Çete li vir jî neçar man xwe vekişînin.

KOÇA JI REQQAYÊ BER BI KOBANÊ Û MEBRÛKA DEWAM DIKE

Ji Reqqayê, ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, koça ber bi kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê dewam dike.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Reqqa dagir kirin, talan, zilm û zext li şêniyên herêmê hat kirin û gel neçar ma vê derê biterikîne. Gelek mirovên herêm terikandine, xwe li kantonên Rojava girtin.

Weke ku tê zanîn, tevî ambargoya giran û êrîşên çeteyan ên li ser kantonên Rojava jî, koçberan pêwşazî dikiin.

Sedema herî mezin a ku gelên Sûriyeyê berê xwe dide Rojava, hebûna QSD û YPG/YPJ'ê ye. Pê piştrast in ku herêmên di bin kontrola QSD û YPG/YPJ'ê ewle û aram in. Sedema duyemîn jî ew e; QSD û YPG/YPJ'ê weke nûnerê gelên Sûriyeyê dibînin.

Welatiyên ji Reqqayê yên hatine Mebrûka û Kobanê dixwazin xaka wan a ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, bê paqijkirin û kêfxweşiya xwe ya ji ber destpêkirina operasyona QSD'ê anîn ziman.

Şêniyên ji Reqqayê dan xuyakirin, ku hêzên QSD'ê yekane hêza parastinê û nûnerê gelên Sûriyeyê ye û ji bilî QSD'ê ew ti hêzeke din qebûl nakin.

ŞERVANÊN YPJ'Ê: EM TOLA JINÊN ÊZIDÎ YÊN LI REQQAYÊ HATIN FIROTIN HILTÎNIN

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê de li başûrê Eyn Îsa 8 çete hatin kuştin, 2 maşîneyên leşkerî hatin rûxandin.

Li Reqqayê ku çeteyên DAIŞ'ê ji xwe re weke 'paytexta xîlafetê dibînin' û êrîşên li hemberî Kantona Cizîrê û Girê Spî ji vir tên plankirin, tê zanîn gelek jinên Êzidî yên di komkujiya Şengalê de hatin revandin, dîl tên girtin.

Şervanên YPJ'ê yên tevlî operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê bûne destnîşan kirin, ku ji bo hilanîna tola jinên Êzidî ew ê heta dawiyê şer bikin.

Şervanên YPJ'ê bal kişandin ser girîngiya operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê û dan xuyakirin, ku di şexsê DAIŞ'ê de ew li hemberî gemara hezaran salan şer dikin.