Gerîlayê HPG'ê Selîm Guven (Egîd Kurdistan) ê di bomberdûman 14'ê Nîsanê ya li bejahiya Malê Gir û Mêmlîma ya navçeya Amed Farqînê jiyana xwe ji dest da, li goristana Yenî hat veşartin.
Guven ê ku cenazeyê wî piştî teşxîskirinê duh ji Dîlokê hat anîn, li ser milan birin goristanê.
'AN JIYANA AZAD, AN JÎ MIRINEKE BI RÛMET'
Hevserokê MEYADER’ê Hasan Pençe di merasîmê de axivî û got; "an jiyana azad, an jî mirinek bi rûmet."
Bav Abdullah Guven jî ev bang kir, "Bes bidin dû Erdogan û li gel, nirx û şehîdên xwe xwedî derkevin."
Ji bo gerîlayê HPG’ê Selîm Gûvên ( Egîd Kurdistan) li Mala Sersaxiyê ya Temîra yê sersaxî tên qebûlkirin.