Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Tagû hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Yelîz Tagû li Êlihê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Yelîz Tagû (Bêrîtan Çiya) ku li bejahiya Mawa ya Sêrtê di bomberdûmana 18'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê û MEYADER'ê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat girtin û anîn Êlihê. Darbesta cenaze li girê Serê Qira yê li pêşiya bajêr bi konvoyekê hat pêşwazîkirin û birin goristana Asrî.

Li vir wecîbeyên olî bi cih hatin anîn û dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Serokê MEYADER ê Êlihê Şukru Baytar axivî û diyar kir, ji bilî berxwedanê ti rê li pêşiya wan nîne. Baytar got, "Divê em têkoşîna ku wan ji me re hiştine, bi hev re bimeşînin."

Kekê Tagû Mesût Tagû jî got, "Xwişka min digot divê li her derê têkoşîn were meşandin. Dema ew tevlî têkoşînê bû ev gotin ji min re gotibû. Ez jî niha vê gotina wê li vir ji her kesî re eşkere dikim. Sedema derketina çiyê ya xwişka min ew e, ku siyasetmedar bi erka xwe ranabin. Lewma divê em bi hev re têbikoşin."

Darbesta Tagû ya bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin li ser milê jinan gihîşt goristanê. Piştî veşartinê, dua hat kirin û girseya gel ji goristanê derket.