Cenazeyê 2 Şervanên YPG'ê li Efrînê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 2 şervanên YPG'ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 2 şervanên YPG'ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq veşartin.
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên 2 Şervanên YPG′ê Elî Hemadî (Ela), Ciwan Şêxo (Şêrzad Amed) ji nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.
Li Goristana Şehîd Refîq, merasîmekî leşkerî ji aliyê şervanê YPG û YPJ'ê ve hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Engîn Murad, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd Dilxwaz û Endamê Meclîsa Zagonsaz a Kantonê Şerîf Cimo, axivîn û sersaxî ji malbatên şervanan re xwestin. Di axaftinan de hat gotin ku divê pêvajoya hestiyar de divê fedekarî were kirin û xebatên parastinê bêne xurtkirin. Her wiha soza şopandina rêya şervanan hat dayîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin û diyar kirin ku di vê pêvajoya hestyar de, divê fedekarî bêne kirin û xebatên parastinê bêne xurtkirin. Her wiha soza şopandina rêya têkoşran dan.
Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her du şervanan li goristanê hatin veşartin.