BI DÎMEN

Cejna Çarşema Serê Salê bi peyama veger, tifaq û xweseriya Şengalê hate pîrozkirin

Êzidiyên Şengalê cejna Çarşema Serê Salê bi hêviya vegera Êzidiyên koçber li Şengalê, vegera êsîrên di destê DAIŞ’ê de û bi peyama pêşxistina yekîtî û tifaqê di nav aramiyê de û bi coşeke mezin pîroz kirin.

Duh li seranserê Êzîdxanê û cîhanê cejna herî mezin û pîroz a Êzidiyan, Cejna Çarşema Serê Salê bi hêvî û coşeke mezin hate pîrozkirin. Êzidiyên li Şengalê jî li gelek deverên cuda yên başûr û bakurê Çiyayê Şengalê cejna xwe pîroz kirin. Pîrozbahiya herî mezin bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li Baxçê Serokatî ya li Geliyê Kersê bi dirûşmeya ‘Bi yekîtiya Êzidiyan û bi rihê Çarşema Serê Nîsanê emê Xweseriya Şengalê pêk bînin’ hate lidarxistin. Bi dehezaran Êzidî heya saetên dereng ên êvarê cejna xwe di nav aramî û coşeke mezin de pîroz kirin.

‘ME DIXWEST HEMÛ ÊZIDÎ LI ŞENGALÊ KOM BÛNA'

Kesên beşdarî pîrozbahiya cejnê bûn, peyama veger, yekîtî û tifaqa civaka Êzidî dan. Yek ji kesên beşdarî şahiyê bû Selwa Saleh bale kişand ser Êzidiyên koçber ên li kampên Başûrê Kurdistanê û peyama xwe ya cejnê wiha da: ‘’Me dixwest hemû Êzidiyên me yên li derveyî Şengalê jî îro li vir bûna û me cejna xwe bi hev re pîroz bikira. Em cejna Êzidiyên li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Em dixwazin êsîrên me yên di destê DAIŞ’ê de jî vegerin ku cejna me xweştir be.’’ 

‘CEJNA HERÎ MEZIN Û PÎROZ A ÊZIDIYAN E’

Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê Dexîl Îbrahîm jî cejna hemû Êzidiyên li Êzîdxanê û cîhanê pîroz kir û got: ‘’Ev cejna me ya herî mezin û pîroz e ku di vê rojê de erd çêbû, dinya kewinî. Tawîs-î Melek bi ser erdê re nêrî, bi xatirê nêrîna wî tevî nebatan hemû xweza çêbû. Ev roja destpêkê ya salê ye û cejna Tawîs-î Melek e. Em cejna gelê xwe û cejna Serok Apo pîroz dikin.’’ 

‘EM HÊVÎ DIKIN KU ÊSÎRÊN ME LI ME VEGERIN’

Şengaliyê bi navê Xelef Qasim jî di peyama xwe ya cejnê de êsîrên di deste DAIŞ’ê de bibîrxist û wiha axivî: ‘’Îro gelê me ji bo cejna Tawîs-î Melek kom bûye. Hê jî 4 biraziyên min di destê DAIŞ’ê de ne, 3 kurmamê min tevî dê û bavê xwe ve di deste DAIŞ’ê de ne. Em hêvî dikin yên êsîr û wenda jî careke din li me vegerin. Eger Êzidî bibin rayek û tifaqek em dikarin hemû vegerînin.’’