Bûyera Kelaşîn û hilbijartinên Bakur... - Amed Dîcle

Beriya çend rojan li herêma Kelaşîn bûyerek xemgîn pêk hat. Bûyerek bi vî rengî di nava hêzên Kurd de tiştekî ne xweş e. HPG'ê der barê bûyerê de agahî dan û paşê jî KCK'ê mijarê ronî kir, banga berpirsyariyê li hemû hêzên Kurdistanî kir.

Beriya çend rojan li herêma Kelaşîn bûyerek xemgîn pêk hat. Bûyerek bi vî rengî di nava hêzên Kurd de tiştekî ne xweş e. HPG'ê der barê bûyerê de agahî dan û paşê jî KCK'ê mijarê ronî kir, banga berpirsyariyê li hemû hêzên Kurdistanî kir.

Lê dema ku em li daxuyaniyên hin kesan, çapemeniya PDK'ê û çapemeniya AKP'ê dinêrin, tê dîtin ku ev bûyer ne tiştekî herêmî ye, ji deverekê hatiye plan kirin. Dibe ku ew pêşmergeyên PDK-Î yên çûne Kelaşînê jî nizanin bûne qurbana planekî çawa.

Li gorî daxuyaniyan, û agahiyên ji çavkaniyên herêmî, ev bûyer ji berê de hatiye plan kirin.

Ka em binêrin çi, û çawa bû?

Ev koma PDK-Î beriya 20 rojan çûn herêna Kelaşînê. Xwestin derbasî Rojhilat bibin. Gerîla jî bûn alîkar. Lê belê ew neçûn. Rêveberiya PDK-Î û PDK'a Başûr bi xwe nehiştin pêşmerge biçin Rojhilat. Weke tê zanîn, PDK-Î, ji bo ku li dijî Îranê şer neke, ji aliyê PDK'a Başûr ve hatiye dîl girtin. Ev plana Tehranê ye. Barzanî, li ser xwesteka Tehranê PDK-Î pasîfîze kiriye.

Li gorî agahiyên ku hatine piştrastkirin, Serokê PDK-Î Mistefa Hîcrî beriya 2-3 heftayan li Hewlêrê, bi heyetek dewleta Tirk re civîn pêk anîn. Ev civîna PDK-Î ji aliyê PDK'a başûr ve hatiye organîzekirin. Rêveberiya PDK-Î heta niha der barê vê hevdîtina bi Tirkan re tiştek negotiye.

Gelek Kurd dipirsin, gelo partiyeke Rojhilatî, û li ber navê xwe 'Îran' jî nivîsandî, di pêvajoyek wiha de, çima bi dewleta Tirkiyeyê re hevdîtinan dike?

Niha gelek kes li benda vê pirsê ne...

Rojek beriya ku bûyera Kelaşînê biqewime, televizyona Rûdaw, bi gotina gelê Başûr 'Neft tv', dizanibû ku wê tiştek wisa çêbibe. Piraniya karmendên Rûdawê yên ji Rojhilat, pêşmergeyên PDK-Î ne, li wir kar dikin û ew bi xwe çûbûn Kelaşînê. Roja ku bûyer rû da jî, piraniya kesên nûçe pêşkêş dikin pêşmergeyên wê partiyê bi xwe bûn. Hinek ji van karmendên 'Neft tv' 15 salan pêşmergeyên PDK-Î ne. Gelek ji wan niha jî endamên û miaşê xwe werdigrin.

Xalek din; berpirsê teknîkê yê 'Neft tv' Hejar Birincî 10 salan pêşmergeyê PDK-Î bû. Ev Hejar Birincî rojek beriya bûyera Kelaşînê, li gel tîmekê çûne Diyana. Li wan deran gotine wê bûyer derkevin em hatine bişopînin.

Gelo van kesan çawa dizanibûn wê bûyer derkeve?

Agahiyek din ku ev balkêştir e; PDK, ji bo ku pêşmergeyên PDK-Î bi hêsanî derbasî Kelaşînê bibin, alîkarî kiriye, ji sînorê Başûr derbas kirine û ew şandine herêmên gerîla. Li gel van pêşmergeyan jî nûçegihanên Rûdawê hebûne.

Piştî ku bûyer qewimî, ji bo weke şerekî navxwe nîşan bidin ketin weşanê. Li Başûr û Amedê dest bi weşanê kirin. Medyaya AKP û ya PDK'ê heman tişt gotin.

Weke ku tê zanîn li bakûr hilbijartin hene. Ji xeynî PDK'ê hemû partiyên başûr destek didin HDP'ê. PDK dixwaze pêşî li vê destekê bigire. AKP ya dewleta Tirk jî niha dixwaze HDP û tevgera azadiyê weke dijminê gelê Kurd nîşan bidin. Piştî bûyere Kelaşîn jî gotin, 'binêrin êrîşî Kurdan kirin'. Li cîhanê tenê di medyaya PDK û AKP'ê de dibêjin bila 'HDP nekeve meclîsê, û bi ser nekeve'. Ev xal bi tena serê xwe rastiya plana Kelaşînê dide nîşandan.

KCK'ê got, ew dixwazin bi diyalogê çareser bikin. Tişta ku PDK-Î bike jî ew e, lazime neyê leyistokên PDK û AKP'ê.Eger dixwazin li dijî rejîma hov a Îranê têkoşîn bikin, mil bidin PJAK'ê û gelê Rojhilat biparizên.