Bayik: Ên ku şer ji rêzê, edetê derxistin wê encamên wê jî ragirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Li dijî dewleteke wiha helbet ciwan jî, jin jî wê bibin fedaî. Li dijî zalimekî wiha hemû Kurd dikarin xwe bikin bombe û biteqînin. Ên ku şer wiha ji edetê derxistine wê encamên wê jî ragirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: ‘’ Piştî ku dewleta Tirk bi tang û topên xwe, bi balafirên xwe yên şer êrîş bire ser şervanên Ceyş El Suwar û gelek sivîl qetil kirin êdî li Sûriyê rewşeke nû derkete holê. Vê rewşê kiriye kuş erê di navbera Şoreşa Rojava û Hêzên Federasyona Bakurê Sûriyê û dewleta Tirk pêk were. Çawa ku Şoreşa Rojava û Hêzên Federasyona Bakurê Sûriyê li dijî van êrîşan wê radest nebin, tê fêhmkirin bi dewleta Tirk re wê rewşeke şer derkeve holê. Ku polîtîakayeke rast û têkoşîneke biryardar were dayin hişkere ye ku ev êrîş wê li dewleta Tirk çep vegerin û berdêlên wê ji bo Tirkiyê giran bin.

Bayik dengê xwe li dewleta Tirk kir û got, ‘’Li dijî dewleketeke wiha helbet wê ciwan jî û jin jî bibin fedaî. Li dijî zalimekî wiha hemû Kurd dikarin xwe bikin bombe û biteqînin. Bi vê zilm û bê exlaqiyê yên ku di ber dilê xwe re dibin ku wê bikaribin vîna Kurdan bişikînin, divê bizanibin ku wê teqîneke mezin a hêrsê derkeve holê û di bin vê de bieciqin…Em ji vir bang dikin: belê, em şer dikin, lê hemû rê û rêbaz ne rewa ne. Ên ku şer wiha ji rêzê, edetê derdixin wê encamên wan jî ragirin. Herî dawî em pêdivî pê dibînin ku bi vî awayî dengê xwe li wan bikin.’’

Li Sûriyê agirbestên demkurt jî nayên pêkanîn. Ji bilî blokên bi pêşengtiya Rûsya û DYA’yê Tirkiye jî bi karguzariyê tim hewl dide xwe di rojeva bi rê ve bibe. Hûn dema ku ji eniya xwe ve dinerin, hesabên van hêzên mezin, terisîna wan a li qadê û hêlên erênî û neyênî yên ji bo Kurdan çawa disenifînin?

Rojhilata Navîn cografyayeke wiha ye ku hevsengên dinyayê têne danîn. Di cografyayeke wiha de ku hevsengên dinyayê têne danîn, edilandin, rewşa Sûriyê girîng e. Sûriye ji hêla rojava ve bi sê dewletên girîng hatiye pêçan; Israîl, Lubnan û Tirkiye! Israîl, Lubnan û Tirkiye her wiha ew qad e ku rojava lê li Rojhilata Navîn vedibe. Ji bo vê jî rengê rejîma Sûriyê, karekterê wê ji hêla rojavayiyan ve girîng e. Ji hêla din ve jî ji bo Rûsyayê jî Sûriye girîng e. Ji berê ve di nav welatên Rojhilata Navîn ve Rûsya herî pir bi Sûriyê re xweyî danûstandin danîne. Her çi qasî têkiliya Rûsyayê bi welatên dî yên Rojhilata Navîn ve hebe jî têkiliyên wê yên bi Sûriyê re kûrtir in û berfirehtir in. Ji bo vê jî Rûsya jî naxwaze dev ji Sûriyê biqere. Kêferateke bi vî rengî heye.

Tirkiye jî, hê bi hînbûyin, gen û hişmendiya ji bermahiya serdema Osmanî dixwaze li Rojhilata Navîn karîdar be. Jixwe dema ku li Sûriyê tevlêbûnên navxweyî çêbûn, ji Libyayê cihêtir di cih de xwe avêt ser Sûriyê. Dema ku mirov dêhn û bala xwe bide ser atmosfera siyasî ya wê demê welatên ku tevlîheviyên navxweyî çêbûyin di cih de dihêrifîn. Tirkiyê ji hêla xwe ve zen kir ku li Sûrî jî wê bi vî rengî be û weke masiyê xwe çengî avê dike, xwe çengî polîtîkayên nav Sûriyê kir. Ji hêla din ve jî dihate xwestin ku rejîma heyî ya Sûriyê zû bihêrife û rejîmeke nû sazkar bibe. Lê fikirî  ku li Sûriyê şer dirêj bibe, Kurd wê ji vê sûd werbigirin, dest li Sûriyê da da ku rejîma zû bihêrife û sîstemeke nû ava bibe. Di nav vê çarçoweyê de bi hêzên Îslamî yên siyasî re têkilî danî ku difikirî piştî hêrifîna rejîmê ew ê bibin serwer û desthilatdar. Bi Ihvanê re têkilî danî. Lê piştî ku Ihvan bi demê re qels bû, bi El Nusra re û piştre bi DAIŞ’ê re têkilî danî û di ser siyaseta Sûriyê re xwest ku li Rojhilata Navîn hîkar bibe. Bi esasî jî xwest ku pêşî li Şoreşa Rojava bigire. Ji vê hêlê ve dema ku mirov dinere her aliyek xwedî armancên cihê yê siyasî ye. Ji vî alî ve her çendî gelek hêz mudaxeleyî Sûriyê bikin jî, ji ber ku armancên wan li hev nayên, te bivênevê tevlîhevbûneke zêde û qayişkêşiya hêzan derketiye holê.

Planên van hêzan li ber çavan in. Ewropa û DYA armanc kirin ku rejîma Sûriyê bihêrifînin û rejîmeke girêdayî xwe sazkar bikin. Destpêkê her çendî destek dabine Îhvan a hevkar ku wan ew weke îslama nerm diditîn, piştre dîtin ku ev hêz bi polîtîkayên wan re li hev nayên, hebûna van hêzan zemînê çêdikie ji çeteyên radîkal û jirêderketî. Çeteyên jirêderketî yên bi maskeya Îslamê, li Rojhilata Navîn bi hebûna van hêzan dibine xwedî hêz. Ji vê hêlê ve weke li Misrê bûyî, artêşê darbe kir û rojava jî li dijî vê bêdeng ma.

Li Misrê paş ve çûna Ihvan-î Muslîm û dûrxistina wê ya ji serweriyê, rasterast bandor li Sûriyê kiriye. Rejîma Sûriyê ji hêla siyasî ve, zemîna civakî ve zêde ne xurt e. Hatiye wê rewşê ku êdî nikaribe bi hişmendiya desthilatdariya klasîk xwe li ser piyan bihêle. Heke hevsengên din ên herêmê tevlê nebûna, rejîma Sûriyê ev qasî nedikarî li ser piyan bimîne. Lê ji têkoşîna hêzên herêmê û ji qayişkêşiya wan sûd wergirt. Em bi rehetî dikarin vê bibêjin. Hêzên wekî DYA, Fransa, ji ber rewşa Israîl, Lubnan û Tirkiyê nexwestin ku li Sûriyê desthilatdariyeke radîkal a Îslamî ava bibe. Ji ber ku wan dîtin ku li Sûriyê rejîmeke Îslamî ava bibe, wê bandoreke neyênî li Tirkiyê bike ku ev 150 sal in Tirkiye hazir dikirin û rewşê bibe ber bi cihekî dî ve.

Dîsa, Israîl ji ber sedema ku rejîmeke wiha ji bo xwe weke gefê dibîne, tercîh kir ku rejîma Esad li ser piyan bimîne ku heta niha li dij vê rejîma Esad bû. Dîsa Fransayê ji ber sedeman têkiliyên xwe yên dîrokî yên bi Sûriyê re, qebûl nekir ku desthilatdariyeke mîna ya DAIŞ’ê, El Nusra, Îhvan li Sûriyê serdest bibe. Vê rewşê kir ku rejîma Esad li ser piyan bimîne. Di mayina rejîma Esad de bêguman her çendî piştgiriya îranê, Hizbullehê, Rûsyayê hebe jî, ji hêla esasî ve divê were gotin ji pevçûna van hêzên herêmê jî sûd wergirtiye.

Rojhilata Navîn cihekî wiha ye ku hevnsengên dinyayê lê têne danîn. Li ser vê bingehê li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye. Ji ber sedema şerê li ser Sûriyê dirêj dom kir, li gel kû qayişkêşiya Rûsya û DYA heye jî, tê dîtin ku di hin mijaran de li hev hatine. Rûsya, DYA dîtin ku rêxistinên mîna DAIŞ, El Nusra û hwd. li Sûriyê serdest bibin ev ne di berjwendiya wan de ye. Dîtin ku ev ê li herêmê rê li ber bêîstîkrariyê veke. Ji vê hêlê ve,  hewl didin li ser wê li hev bikin ku  li Sûriyê birên Îslamî yên radîkal ne serdest in, û hemû civakên etnîk û dînî di sîstemekê de di nav sîstemê de xwe bibînin û her wiha dîsa birên Îslamî yên ne radîkal jî xwe di nav sîstemê de bibînin. Helwesta li dijî komên radîkal bivênevê Rûsya û DYA ber bi cihekî siyasî ve birin. E rewş bi wê re têkildar e ku rewşa berdest ji serdemên şerê sar xweyî karekterekî cihêtir e. Serdema şerê sar şer û têkoşîneke li eniyê ferz kir. Di roja niha de jî têkoşîn pir tevlîhev û pirhêlî ye. Êdî Rûsya jî di nav sîstema kapîtalîst de ye. Di pêvajoya civaka mezaxtîner ê kapîtalîst de û di vê pêvajoya globalbûnê de, ji şerê eniyê zêdetir, her dewlet li her herêmê dikevin qayişê û têkoşîna hêzan de helw didin hêzên xwe bixin hevsengê.

Sûriye jî bûye qadeke wiha. Lê ji ber karekterê Sûriyê, ji ber sedema dijberbûna hêzên ku Rûsya û DYA bi wan re di têkiliyê de ne, li Sûriyê pêkhatina lihevkirina heyî ne hêsan e. Rûsyayê baregeh danîne û DYA hewl dide ku xwe bibandor bike. Dema ku mirov dêhna xwe bide ser van, li ser Sûriyê dibe ku em bi lihevkirine wiha re hevrû bibin ku di dinyayê de mînakên wê nîn in. Ji ber ku yan wê wê bi tundî dijî hev derbikevin- ku ev ne berjiwendiya Rûsyayê û ne jî di DYA’yê de ye- yan jî wê li hev bikin. Di qonaxa heyî de pevçûn û şerê di navbera wan hêzan de ku li ser Sûrî dibin, herî kêm di navbera Rûsyayê û DYA’yê de ye. Hêzên din bi temamî dixwazin hev li derveyî refan bihêlin. Rûsya û DYA jî pir rasteqînî nabînin ku yek ji wan hêzên ku ew bi wan re di nav têkiliyê de ne li Sûriyeyê bi temamî bibe serdest. Ji ber ku şerê di navbera hêzên herêmê de ne Rûsya û ne jî DYA nikare ragire. Ji ber vê sedemê jî bi dîyalektîka têkilî-nakokiyê pêvajo tê birêvebirin. Lê têkoşîna siyasî ya li Sûriyê, hevseng her kêlî dikarin biguherin. Mînak di demeke nêzîk de di navbera DYA û Rûsyayê de ku dixwestin li hev bikin, rewşeke wiha derkete holê ku hindik mabûn hişk were pêşberî hev. Ev rewş nîşan dide têkoşîna li Sûriyê wê bi hêsanî çareser nebe.

Hêlên neyênî yên hêzên mezin jî mirov dikare wiha diyar bike; hêzên mezin pir berjwendîparêz in. DYA jî û Rûsya jî wiha ne. DYA bi Kurdên li wê derê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin da; Kurdan li dijî DAIŞ’ê di têkoşînê de berdêlên giran dan. DAIŞ bi têkoşîna vir kete pêvajoya paşveçûnê. Lê di dawiyê de DYA di navbera Tirkiye û Kurdan de, ku Tirkiye DAIŞ xurt dikir û mezin dikir, bêhtir bala xwe da ser Tirkiyê. Dibe ku bi Kurdan re nehata pêşberî hev lêb êhtir bala xwe da ser Tirkiyê. Ev jî ne ûcdanî û ne jî exlaqî ye. Li dijî DAIŞ’ê bi Kurdan re hûnê têkoşîneke hevpar bidin, ev qas berdêl wê werin dayin lê hûn ê li gorî hesasiyetê Tirkiye tevbigerin ku heta niha ew û DAIŞ destbikakên hev bûn û destek didana DAIŞ’ê. Ev, helbet karekterê hêzên dereke nîşan dide. Ji bo vê divê mirov li ser vê xalê bisekine, dema ku mirov bi hêzên dereke re têkiliyê deyne û polîtîkayê bike. Kurd divê di vê mijarê de pir baldar bin.

Rûsya jî bi berjwendîparêziyê nêzî Kurdan dibe. Dema ku têkiliyên wê li gel Tirkiyê xirab bûn xwe nêzî Kurdan kir. Vê nêzîkbûnê Tirkiye tirsand. Tirkiye dema ku bi vê tirsa xwe, xwe nêzî Rûsyayê kir, Rûsya jî ji ber berjwendiyên xwe têkiliyên xwe bi Tirkiyê re dirûst kirin. Yan jî di rewşeke wiha de ku têkiliyên xwe bi Kurdan re didomîne jî, ew jî weke DYA’yê dêhna xwe bêhtir da ser Tirkiyê. Ji bo vê jî bi hêzên dereke re têkilî dijwar in; têkiliyên wiha ne ku divê bi baldarî werin danîn. Di berjewendiya Kurdan de ye ku bi hêzên mezin re neyên pêşberî hev. Ti berjwendiya Kurdan jê nîn e ku ew hêzên mezin werin dijî hev. Kurd di rewşa heyî de tenê dixwazin jiyana xwe ya demokratîk û azad ava bikin. Li Sûriyê û Rojhilata Navîn dixwazin wehayeke azadiyê, demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî  li jiyana xwe ya azad û demokratîk asê bûne û li ser vê diponijin. Lê dewletên mezin ji bo berjewendiyên xwe carinan li vir bi hêzên demokratîk re têkiliyên erênî datînin lê her kêlî ji ber berjwendiyên xwe dikarin bikevine reweşeke dijberê vê de. Ev jî nîşan dide ku Kurd divê têkoşîna xwe nespêrin hêzên mezin û bi hêza xwe ya gewherî têkoşîna xwe bidin. Kurd tenê dema ku xwe spartina hêza xwe ya gewherî dikarin bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Dema ku xwe spartin hêza xwe ya gewherî wê demê têkiliyên wan ên bi van hêzên mezin re bibin xwedî wateyekê û bikarin van têkiliyan ji bo berjewendiya xwe bixebitînin. Ku xwe nesipêrin hêza xwe ya gewherî hişkere ye ku ev têkilî wê ti sûdê nedin Kurdan an jî têkiliyên ku niha erênî xuya dikin bi demê re wê rê li ber encamên neyênî vekin.

Ji bo Kurdan rewşeke erênî ye ku bi Rûsya û DYA’yê re ne di nav têkoşîne hişk de ne. Di têkoşîneke hişk de, Kurd wê bikevine rewşeke wiha ku bi hin hêzan re werin dijberî hev. Ji ber vê jî, nebûne şerekî hişk, nermbûna têkiliyên DYA û Rûsyayê, ji bo Kurdan bûye derfetek ku bikaribin polîtîkayê bikin. Divê wiha were diyarkirin. Ji bo Kurdan ku têne çewisandin, zext li ser wan tê kirin, wan qir dikin, şerekî bi hêzên mezin re ne di berjewendiya wan de ye. Jixwe heta niha, dewletên dagirker dewleteke mezin anîna pişt xwe û li ser Kurdan zilm û zordarî kirine. Rista DYA, Ewropa û Rûsyayê jî heye ku Kurd di bin mêtingeriya qirker de ne. Ji ber ku Kurdan di têkoşîna xwe de dîtine, dîtine ku li pişt hêzên mêtinger tim desteka van hêzên dereke hene. Ji bo vê jî bi ya me nermûna têkiliyên di navbera hêzên mezin de, yên li Rojava û Sûriyê, nêzîkatiya wan a li ser esasê lihevkirinê, çareserkirina pirsgirêkan avantajeke ji bo Kurdan.

Kurd li Rojava têkoşîneke mezin didin û hê jî didin. Hem hêzeke têkoşînê ne û hem jî li dijî çeteyên faşîst ên wekî DAIŞ, El Nusra têkoşînê didin. Kurd ji hêlekê ve hem têkolşînê didin û hem jî karekterekî demokratîk nîşan didin ku li Sûriyê li cem ti hêzê ev karekterê demokratîk nîne.  Di demokratîkkirina Sûriyê de û di avakirina Sûriyeyeke nû û bi istikrar de xwedan proje ne; ji vê re projeya neteweya demokratîk dibêjin. Xweyî nêzîkatiyeke wiha ya siyasî ne ku dixwazin civakên xewedan nasnameyên etnîk û baweriyê yên cihê, bêyî ku li ser hev serdestiyê bikin, dixwazin bi hev re bi têkiliyên biratiyê bijîn. Ev ji bo Sûriyê pir girîng e û siûdeke mezin e. Li Sûriyê bi rastî jî pêdivî bi hişmendiyeke wiha heye. Pir bawerî hene, gelek komên etnîk hene. Ev, helbet pozîsyona Kurdan girîng dike. Ji hêlekê dî ve jî li qadên ku Kurd û hêzên hevpar ên mitefîkên wan QSD lê serdest in car caran teqîn çêbibin jî rewşeke bi istîkrara heye. Jiyana civakî bi lihevkirinekê bi awayekî aştiyane didome. Cografyayeke wiha heye ku komên cihê tundiyê li ser hev nadeynin, her kes ramana xwe ya siyasî dibêje, birêxistin dike.

Bêguman di navbera hin hêzên Kurd û PYD’ê de, hêzên QSD’ê de, MSD’ê de hin nakokî hene. Lê ev bêhtir ji ber polîtîkayên wan ên têkildarî hêzên dereke rû didin. Naxwe heqê wan heye ku bi awayekî serbest rêxistiniya xwe ya siyasî bikin. Lê bi têkiliya bi Tirkiyê re, bi çeteyan re û yan jî bi hin hêzên din re dijberiya wan a li şoreşê, ji ber ku dijberiya xwe ya bi rêveberiya Rojava nîşan didin, qayişkêşiyeke siyasî bi xwe re tîne. Lê dema ku mirov bi giştî binirxîne tê dîtin ku hêzên siyasî, birên civakî li Rojava bêyî ku şerê hev bikin, di nav aştiyekê de dikarin bi aşitayane, li gel hev bijîn. Ev modêleke pir girîng e. Hem jî di nav Sûriyê de ev dibe. Li cihê ku hêzên QSD’ê serdest in, li ser hêzên etnîk an jî mezhebî ti zext çênabin, ên din koçber nakin. Li gel hev hişmendiya jiyaneke hevpar çêdibe. Ji ber vê jî hişmendiya neteweya demokratîk ku nêzîkatiya sosyolojîk û siyasî ya sereke ya şoreşa rojava pir girîng e. Em vê ji bo Kurdan jî vê wiha dibînin ku di qada siyasî de jî rewşeke erênî diafirîne.

Li hêla dî Kurd ne li dijî ti hêzê ne. Polîtîkayeke wiha bi rê ve dibin ku bi her hêzê re ku jiyana wan a demokratîk qebûl bikin di nav aştiyekê de bijîn. Heta ku kesek êrîşê bi ser wan de nebe, ne xwedî wê polîtîkayê ne ku êrîşî hinan bikin. Heke bi DAIŞ’ê re ketibin nav şerekî, sedem ew e ku DAIŞ bi hişmendiyeke bi xisletê faşîst ê yekparêz êrîş dibe ser her kesî. Naxwe şerê Kurdan ê li dij DAIŞ’ê ne şerekî etnîk û ne jî mezhebî ye. Li dijî hêzeke despot bi temamî berxwedana demokratîk a Kurdan derdibirîne.

Li Rojava bi navê Platforma Nîqaşê ya Sûriyeya Demokratîk, bi tevlêbûna derdoreke berfireh, bi mebesta ku Sûriye bibe xwedî sîstemeke demokratîk nîqaşek hate kirin, ku du rojan berdewam kir. Li ser nîqaşên bi vî rengî nêzîkatî û ramana Tevgera we çi ye?

Em weke Tevgera Azadiyê em xwedî nêzîkatiyeke siyasî û îdeolojîk ku xwe li ser xeta Rêber Apo daniye. Rêber Apo li Sûriyê 20 salan maye. Hem avaniya civakî ya Sûriyê û hem jî rastiya wê ya siyasî ji nêz ve nas dike. Ji ber sedema ku demeke dirêj li  Lubnanê û Sûriyê maye rastiya Rojhilata Navîn jî ji nêz ve nas kiriye. Ji vê hêlê ve em weke Tevgera Azadiyê xweyî wê siûdê ne ku Rojhilata Navîn û Sûriyê ji nêz ve nas dikin. Ev jî dibe sedem ku em di çareserkirina pirgirêkên siyasî yên Rojhilata Navîn de, di hilberandina polîtîkayên rast de, pêkanîna têkiliyên rast de bibin xwedî avantaj. Rêber Apo di dahurandinên xwe yên civakî de, yên li ser kêşeyên Rojhilata Navîn û dinyayê, raxistiye ber çavan ku neteweya demokratîk di serî de ji bo Rojhilata Navîn û ji bo tevahiya mirovahiyê tekane rêya çareseriyê û xilasiyê. Ji bo vê jî em ji bo Sûriyê çareseriya Neteweya Demokratîk ji bo Sûriyê rast dibînin. Çareseriya neteweya demokratîk, sîstemeke wiha demokratîk pêşbînî dike ku hemû civakên etnîkî û dînî bi demokratîk hebûna xwe didomînin, li ser zemîna demokrasiya bi çand û nasnameya xwe, dibine xweyî wê îmkanê ku xwe bi rê ve bibin. Ji vê hêlê ve Şoreşgerên Rojava yên ku li Sûriyê ji xeta Rêber Apo bibandor bûne xeta neteweya demokratîk ji xwe re esas digirin. Bi gelên Ereb re jî, bi gelên Asûrî-Suryanî re jî, bi Ermen, Çeçen û Tirkmenan re jî di nav têkiliyeke biratiyê de ne.

Bêgûman miletparêzî li çawa ku bandor li Tirk, Fars û Erebên Rojhilata Navîn kiriye, li Kurdan jî, bi kêmî kiriye. Lê di nav Kurdan de tevgera herî pir ji miletparêziyê dûr Tevgera Azadiya Kurd e. Di ramanên Rêber Apo de têkildarî miletparêziyê de piçikek jî nîn e. Rameneke wiha ye ku bi temamî xwe dispêre ser azadî, demokrasî û biratiya gelan.  Ji vê hêlê ve tevgereke ku xeta Rêber Apo ji xwe re esas digire, bi gelên din re hin kêşeyan bijî jî, hişkere ye ku bi gelên din re wê di nav têkiliyeke biratî û wekheviyê de be. Dema ku bi vê nêzîkatiyê mirov tevbigere, kêşeyên heyî bêyî ku bibin şer û pevçûn bi hêsanî dikarin çareser bibin. Jixwe kêşeyên ku peyda dibin, hewl tê dayin ku bi hişmendiya neteweya demokratîk, hişmendiya demokratîk werin çareserkirin. Ji vê hêlê ve me platforma xetaba Li Rojava Sûriyeya Demokratîk pir hêja dît. Pir girîng e ku mirov hîsên civakan bizanibe. Ji bo sîstemeke siyasî ya hevpar girîng e ku mirov bizanibe bê ka li Rojava û Bakurê Sûriyê Ereb, Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Çeçen çi difikirin. Tişta ku li Rojhilata Navîn neyî, nehatiye kirin, dikin. Ev resenî û cihêtiya şoreşa rojava ye.

Jixwe Şoreşa Rojava ku bi vê nêzikatiyê be wê bi ser bikeve. Şoreşa Rojava jî weke komên din, weke birên dî yên siyasî bi nêzîkatiya miletparêziyê tevbigere, bi nêzîkatiyên berteng ên miletparêzin nêzî heq û hiqûqa komên din bibe û ji nedîtî ve were, bi wan nikaribe têkiliyeke demokratîk bi rê ve bibe, ne pêkan e ku xwe li ser piyan bihêle. Tekane hêza ku Şoreşa Rojava li ser piyan bihêle hişmendiya neteweya demokratîk e. Belê, parastina gewherî girîng e. Fedekarî girîng e, lê ev heta bi deverekê dikare şoreşa rojava li ser piyan bihêle. Ya ku bi esasî şoreşa rojava li ser piyan bihêle ew e ku li ser bingehê neteweya demokratîk, afirandina yekîtî û biratiya gelên Bakurê Sûriyê ye. Li ser vê zemînê jî federasyona demokratîk derketiye holê. Ev federasyona demokratîk ne ya Kurdan, ne ya Ereban, ne ya Asûrî-Sûryanî, Tirkmen û Çeçenan e. Ev federasyon a hemû gelan e ku li Bakurê Sûriyê dijîn. Lê di nav vê federasyonê de Kurd jî bi nasnmaya xwe û çanda xwe xweseriya xwe ya demokratîk bijîn. Ereb jî bi nasnmaye û çanda xwe li qadên ku lê dijîn wê jiyana xwe ya xweser ava bikin û xwe tevlî nav xweseriya demokratîk bikin. Ji vê demokratîktir nêzîkatiyeke siyasî û proje dikare hebe? Bi teqezî tenê ev nêzîkatî dikare gelên Sûriyê li cem hev bigire.

Em bi teqezî li gel yekîtiya Sûriyê ne. Em li dijî wê nêzîkatiyê ne ku parçebûna Sûriyê diparêzin. Nêzîkatiyên miletparêzî û mezhebî wê Sûriyê parçe bikin. Em li dijî hemû nêzîkatiyên miletparêzî û mezhebîparêziyê ne. Em li gel wê ne ku milet û mezheb bi hev re bijîn. Ji vê hêlê ve Federasyona Sûriyeya Demokratîk a li ser vê hişmendiyê wê bibe bingehê Sûriyeya Demokratîk, bibe hîmê yekîtiya Sûriyê. Federasyona Demokratîk a Sûriyê ku Kurd pêşbiniya wê dikin, bi teqezî ne parçebûnê lê yekîtiyê ji xwe re esas digire. Jixwe di nav Sûriyeya Demokratîk de ji avakirina sîstemeke demokratîk pê ve ne tercîha wan dikare hebe û ne jî dikarin hebûna xwe bidomînin. Ev ji bo Kurdan jî ne tercîhek lê divêtiyek e. Ji bo vê jî ne Kurd û ne jî hêzine din divê ne bi wê nêzîkatiyê bin ku Kurd wê Sûriyê parçe bikin. Ti nêzîkatiya Kurdan a bi vî rengî nîn e. Me nêzîkatiyeke bi vî rengî neditiye lê em li dijî meylên wiha ne jî. Car caran hin meylên wiha di nav Şoreşa Rojava de xwe nîşan didin. Bi taybetî li dijî meyên miletparêziya Kurd, dîsa li dijî miletparêziya Kurd a di bin bandora PDK’ê yan jî derdorên dî, nêzîkatiya tevgera me bi teqezî bi wî aliyî de ye ku ji her cure hişmendiya miletpariziyê dûr e. Tercîh û ramana me jî ev e. Em dixwazin şoreşgerên Rojava jî xwedî vê nêzîkatiyê bin. Jixwe wiha nêzîk jî dibin. Şoreşgerên Rojava bi nêzîkatiyên miletparêziyê nikarin tiştekî bi dest ve bînin. Tenê bi hişmendiya demokratîk dikarin hebûna şoreşê biparêzin.

Helbet Kurd wê israr bikin ku hebûna xwe biparêzin. Kurd wê israr bikin ku nasname û çanda xwe biparêzin. Helbet Kurd wê bi zimanê dayikê perwerde xwe bikin û li hemû qadên ku lê ne, xwe bi rê ve bibin, wê rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin. Ev heqê wan ê demokratîk e. Di vir de ti ramanên cihê nîn in. Lê divê vê ne bi hişmendiyeke miletparêzî lê bi nêzîkatiyeke demokratîk, li ser bingehê têkiliya biratiya gelan, di nav yekîtiya Sûriyê de pêk bînin. Em jî nêzîkatiya Şoreşgerên Sûriyê wiha dibînin, em vê rast dibînin. Jixwe ev nêzîkatî bandorê bandorê li gelên Sûriyê û dinyayê dike, têkildarî Şoreşa Rojava têgihiştineke pozîtîf çêdibe. Kana hêzê ya Şoreşa Rojava jî ev e.

Dewleta Tirk ji bo ku pêşî lê bigire Şoreşgerên Rojava DAIŞ’ê ji rojhilatê Firatê paqij bike çawa ku Cerablûs dagir kir, nihaj î li Efrînê êrîşê dibe ser herêma xweser a Kurdan. Êrîşên dibe ser gundên ku hêzên şoreşger ên ji Kurd, Ereb, Tirkmen, Çeçen û Sûryaniyan ji DAIŞ’ê standî û şoreşger û sivîl qetil kirin. Hûn polîtîkaYyên AKP’ê yên di vî alî de çawa dinirxînin? Li dijî vê polîtîkayê divê têkoşîneke çawa were dayin? Hûn nêzîkatiya DYA’yê di vî alî de çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk hê di destpêkê de ji bo ku Kurd li Sûriyê heqên xwe yên sereke yên demokratîk bi dest ve neyînin û negihijin xwerêveberiya xwe her cure rê û rêbaz bi kar anî. Ji bo Şoreşa Rojava biçewisîne bi DAIŞ’ê re hevkarî kiriye, ji bo vê jî DAIŞ têra xwe mezin kiriye û xurt kiriye. Bi gotina, ‘’Xeta me ya sor e ku ku Kurd derbasî rojhilatê Firatê bibin’’ kiriye ku DAIŞ hebûna xwe bidomîne. Heke hê lî li rojhilatê Firatê DAIŞ hebe ya ku ev kirî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk ew hêz e ku herî pir DAIŞ xurt kiriye. Lê hêzên navdewletî ji ber berjewendiyê xwe li dijî van polîtîkayên Tirkiyê nebûne xwedî helwesteke zelal. Hem nebûne xwedî helwesteke zelal û hem jî serê xwe ji şantajên dewleta Tirk re berjêr kirine û hiştine ku dewleta tirk bikeve Cerablûsê. Li hemberî ferzkirina dewleta Tirk ku dibêje ez bikevim Cerablûsê, herêmeke tampon ava bikin û penaberan li vir bicih bikim bêdeng mane. Bêguman kul û derdê dewleta Tirk ne penaber in. Jixwe ew qas penaber jî bi mebesta ku li ser Sûriyê polîtîkayê bike, li ser çeteyên ku li van deran xwe xwedî dikin li  Sûriyê bi bandor bibe kişandin Tirkiyê. Bi ser de di vê mijarê de teşwîq jî kirine. Vê carê jî li qadên ku dagir kirine, bi heman nêzîkatiyê xwestiye ku li Sûriyê bibe xwedî polîtîkayên bi bandor. Bi vê bandoriya xwe jî armanc dike ku Şoreşa Rojava bifetisîne. Destûrdane ku Tirkiye bikeve Cerablûsê nîşan dide ku siyaseta Rojhilata Navîn çendî qirêj û bêexlaq e.

Niha li derveyî mudaxîlbûna DYA û Rûsyayê ya bi desteka hewayî tekana hêza li Sûriyê di rewşa dagirkeriyê de ye, Tirkiye ye. Li dijî vê dagirkeriyê gelên di nav federasyona demokratîk a Sûriyê jî tê de, berxwedan hemû gelên Sûriyê ya li dijî vê dagirkeriyê rewa ye. Hemû demokratên Sûriyê dikarin eniyekê ava bikin û li dijî vê dagirkeriyê şer bikin. Tirkiye zemîna têkoşîna eniyeke bi vî rengî ava kiriye. Tirkiye bi vê polîtîka û helkefta xwe li Rojhilata Navîn serdemeke nû ya hegemonyayê daye destpêkirin. Ne tenê Kurd, Ereb jî di bin talokeyê de ne. Li hêla dî jî dewleta Tirk li Rojhilata Navîn kana sereke ya şerê mezhebî ye. Ev jî li Rojhilata Navîn tê wateya xwîn û giriyê. Ji vê hêlê ve berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye peywireke şoreşger, demokratîk û mirovî.

Qetilkirina şervanên Ceyş El Suwar û gelek sivîlan ku dewleta Tirk bi teng û topên xwe û balafirên xwe yên şer pêk anî, Lİ Sûriyê rewşeke nû bi xwe re aniye. Vê rewşê ji şerê di navbera Şoreşa Rojava û hêzên Federasyona Bakurê Sûriyê û dewleta Tirk de deriyek vekiriye. Çawa ku hêzên Şoreşa Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyê wê rasdestî vê êrîşê nebin, diyar e ku bi dewleta Tirk re w êşerek derbikeve.  Di vê rewşa şer de helwesta Rûsya û DYA wê çi be em nizanin. Lê hişkere ye ku ûcdanê gelan û hemû gelên Rojhilata Navîn di vî şerî de wê li gel hêzên şoreşger bin. Ku polîtîkayeke rast û biryardar were dayin hişkere ye ku ev polîtîkayên Tirkiyê wê çep lê vegerin û berdêlên giran ji Tirkiyê re bîne. Erdogan zarî Bush dike û behsa ‘’Stratejiya Pêşîlêgir a Ewlekariyê’’ dike. Ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk şerê li dijî Kurdan li her deverê berbelav  dike. Dîsa tê wê wateyê ku gefê li hemû gelên Rojhilata Navîn dixwe. Dewleta Tirk ku têkeve şerekî wiha ku ji qama wê dibihure,ez dibêm qey wê encamên bi xêr bi xwe re bîne. Gotina, ‘di her karî de xêrek heye’’ herî pir di vê rewşê de wê pêk were. Erdogan û desthilatdariya AKP’ê dinyaya Rojhilata Navîn weke ku vala be û ti hêz lê nebe dibînin. Tirk ev 1000 sal bin hatibin vê cografayayê gelên vê herêmê yên 5 hezar salî hene. Kultura wan a şaxên xwe bi kûrahiya axê de berdayî hene û hişmendiya wan a welatparêziyê ya têra xwe kûr û dûr. Heke ew dilê xwe re dibin ku ew ê weke hin êrîşkerên ji Asyaya Navîn hatin, bi dagirkeriya hin xakan û serdestbûnê wê encaminan bi dest bixin, wê bibînin ku ev çendî şaşitiyeke mezin e.

Kî çi dibêje bila bibêje, dewleta Tirk hem dijminê Kurdan e û hem jî mezhepparêz e. Bingehê polîtîkaya wê ev e. Niha li Mûsilê dema ku dibêje ez li dijî mezhepparêziyê me jî mezhepparêziyê dike. Nêzîkatiya wê ya Mûsilê xwe dispêrê ser dijminatiya li Kurdan û mezhepparêziyê. Dema ku DAIŞ’ê li Telafferê êrîş bire ser Tirkmenên Şiî û bi temamî ew ji wir dane ber xwe dewleta Tirk qet deng ji xwe nebir. Ji ber ku DAIŞ hem dijminê Kurdan bû û hem jî  li dijî rêveberiya Bexdayê bû. Li Rojava çawa ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan destek da DAIŞ’ê li Iraqê jî ji ber dijberiya xwe ya li desthilatdariya Malîkî tam destek da DAIŞ’ê. Van rastiyan her kes dibîne. Ti kes bi gotina dewleta Tirk bawer nake, ku dibêje, ez li dijî mezhepparêziyê me. Lê desthilatdariya AKP’ê ya di din şefê Erdogan de ku zarî polîtîkayên hêzên mezin ên wekî DYA’yê dike, yên ku ji hişmendiya beriya bi sedan salan mayîn, wê berdêla vê polîtîkaya xwe bide. Her kes wê vê bijî û bibîne.

Li Îranê rêveberiya Rûhanî jî li Rojhilatê Kurdistanê gavên erênî neavêt. Bi îdamên komî, bi bicihkirina hêzeke mezin, carcaran bi êrîşên leşkerî û l isê parçeyên dî jî bi hêzên girêdayî xwe, xwe nîşan dide. Her çendî li ber siha geşedanên sê parçeyên din bimîne jî, pirsgirêk bi hemû hebûna xwe li ber çavan e. Herî dawî 12 gerîlayên YRK’ê jiyan xwe ji dest dan, li dijî vê jî çalakiyê bersivdanê çêbûn. Rageşiya di navbera Kurdan û Îranê de ne bi rengê şerekî domdar be jî didome. Têkiliya Îranê û Kurdan wê ber bi kû ve biçe?

Her çendî li Îranê hebûna Kurdan bi fermî neyê înkarkirin, Eyaleta Kurdistanê hebe jî, di pratîkê de Kurd nikarin bi nasnmae, çand, hebûna xwe, xwe bi rê ve bibin. Ev jî helbet bi xwe re pirsgirêkan tîne. Ku îran xwe ji polîtîkayên miletparizyê dûr bixîne, berê xwe bide rehekên xwe yên dîrokî, kevneşopiya hevgiriya jiyanê ya gelan, hêsan e ku pirsgirêkên di navbera gelan de werin çareser kirin. Kevneşopiyeke wiha ya Îranê heye. Em vê ji dîrokê zanin. Jixwe sedema ku ji dîrokê ve Îran bûye xwedî dewletên mezin û hebûna xwe domandiye ew e ku, xwedî wê zerengiyê ye ku bi gelên cihê re dikare bikeve têkiliyê û li dor jiyaneke hevpar wan bigire. Heke hişmendiyeke wiha ya dîrokî ya rêveberiyê nebûya li Îranê wê rasteqiniya dewleta domdar û rêveberiyê nebûya.  Bêguman xanedan guherî ne, hêzên desthilatdariyê, navend guherî ne, lê kevneşopiya dewletê ya domdar xwe spartiya ser vê. Lê fitneya netew-dewletê û miletparêziyê çawa ku li Rojhilata Navîn di navbera gelan de parçebûn, şerê anî be, rewşeke wiha neyênî derketiye holê ku neteweyên serdest Kurdan tine bikin, li ser tinekirina Kurdan netew-dewleta xwe ava bikin. Fitneya miletperweriyê xwe li Îranê jî nîşan daye. Bi nêzîkatiya ku berovajî rastiya wê ya dîrokî ye, meyla miletparêziyê  aniye ser desthilatdariya xwe ya dewletê û rêveberiyê. Vê jî rewşeke wiha bi xwe re aniye kul i Îranê pirsigirêk çareser nebin û ji bo  Îranê tim bibe sedema rageşiyê. Bi teqezî sedema kêşeya di navbera gelan de a li Îranê bi meylên miletparêziyê ve girêdayî ne ku li Îranê bi radeyekê pêk hatine. Her çi qasî Şoreşa Îslamî ya Îranê pêk hatibe jî û ev şoreş xwedî wê îdîayê be ku xwe ji meylên milerparêziyê dûr bixîne jî, hişmendiya miletparêziyê ya ku di Rojhilata Navîn geriyayî, kadroyên şoreşa Îslamî ya Îranê, rêveberiya wê jî, ji hêla siyasî, civakî ve bi radeyeke girîng bandor lê kiriye. Em vê di siyasetê de û di wan pirsgirêkan de ku vê siyasetê derxistiye, dibînin. Lê Îran kevneşopiya xwe ya dîrokî bi hişmendiya Îslamî ya ku diviya miletparêzî dûr bixista, bikira yek, bi hêsanî dikarîbû pirsgirêkên gelan çareser bikira. Kevneşopî û tecrûbyeke wiha ya dîrokî heye.

Lê niha ku em bibêjin polîtîkayên Îranê çöi qasî bi kevneşopî û tecrûbeya dîrokî re li hev e, em nikarin bersiveke erênî bidine vê. Li Îranê jî, nêzîkatiyeke rêveberiyê ya bi wî rengî heye ku ti giringiyê bi nasname, çand û xwerêveberiyên gelên din nade û bi meyla miletparêziyê nêzîk dibe. Hişmendiya rêveberiya navendî li Îranê jî xwe nîşan dide. Kevneşopiya jiyana xweser a hin beşên civakê ku di dîroka Îranê de hebûn, îro bi hişmendiya navendî ji holê rabûne. Her çendî behsa Eyaletên Kurdistan, Azerbaycan, Bellucîstan, Huzîstanê were kirin jî, em dikarin bibêjin ku di pratîkê de gelên ku li vir dijîn xwedî xwerêveberî, demokrasiya xwecih in û ev gel gihaştine xwerêveberiyeke wiha ku bi nasname û çanda xwe bijîn. Berovajî, desthilatdariya navendî li her deverê dixwaze xwe serdest bike. Karekterê navendî yê netew-dewletê xwe li Îranê jî û herêmên din jî nîşan dide. Ev jî dibe sedem ku li Îranê pirsgirêka Kurdan jî, ya gelên din jî berdeewam bike û di nav Îranê de bibe mijara rageşiyê.

Em her carê li gel wê bûn ku di navbera Kurdên li Îranê de û dewleta Îranê de pirgirêk bi dîyalog, rêyên siyasî yên demokratîk çareser bibin. Tim me hewl da ku hem Îranê di vî alî de û hem jî Kurdan teşwîq bikin. Me got pirsgirêka Kurdan li Îranê ne bi pevçûnê divê bi rêyên siyasî yên demokratîk, muzakereyê divê çareser bibin. Me diyar kir ku ev hem di berjwendiya Kurdan û hem jî di berjewendiya hemû gelên Îranê de ye. Ji destpê ve em xwedî vê hişmendiyê ne. Hem di têkiliyên xwe yên bi Îranê re jî hem jî di têkiliyên xwe yên bi rêxistinên Rojhilata Kurdistanê re jî em vê nîşan didin. Di sedsala 21. de çareseriya rast ev e. Ti sûda Îranê ji şer nîn e. Ku pirsgirêk neyê çareserkirin bivênevê ev rê li ber rageşiyê û şer jî vedike. Nexasim li devereke wiha ya Rojhilata Navîn rageşiyên bi vî rengî her demê xwedî wê potansiyalê ne kuş erê mezin bi xwe re bînin. Ev hêz dikevin navê, ev hêz dikevin navê, carinan ku meyla çareseriya bi rêyên siyasî yên demokratîk çêbibin jî, hêzên ku vê provake bikin tim çêdibin. Divê Îran jî vê rastiyê bibîne.

Bê guman niha li Bakur pirsgirêka Kurd heye, li Başûr pirsgirêka federasyonê ya Kurdan heye; li Rojava Kurd dixwazin bi nasname, çanda xwe di nav yekîtiya Sûriyeyê de bibin xwedî jiyanek xweser. Ev giştî rastî ne, li gel vê divê Îran jî çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd bibîne. Îran dixwaze polîtîkayek wisa teqez pêş bixe, lê pêwîst e ev polîtîka pirsgirêkan bibersivîne. An wê polîtîkayek mijûlkar, paşguhdike ti sûdê nede Îranê jî. Wê rojê 12 şervanên YRK’ê jiyana xwe ji dest dan, piştre bersivdayîn çêbûn. Me her tim got divê ev nebin. Her tim me nêzîkatiya xwe nîşan daye ku divê pirsgirêk din av agirbestê de bi fêmkirinê pêk were. Niha jî heman nêzîkatiya me didome.

Wê têkîliya Îran û Kurdan çawa bibe, ev Îranê û Kurdên li Rojhilat eleqedar dike. Esas, xwe bispêre têkîliyên dîrokî wê li Îranê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Eger Şoreşa Îslamê ya Îranê xwe ji ferasetên nîjadparêz, netew-dewletê dûr bixe mimkûn e ku çareseriyê bibîne. Jixwe tevahî pêşketinên li Rojhilata Navîn jî çareseriyê li ser Îranê ferz dike. Êdî çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo Îranê xwe kiriye mîna pêdiviyan. Lewre jî ev pêvajo, ev sal girîng in. Ji ber ku eger di van salan de çareserî çênebe, potansiyel û bingeh heye ku veguhere şer.

Lewre jî mesele ne niyet in; pirsgirêk hebûn an nebûna pirsgirêkê ye. Eger pirsgirêka Kurd hebe ku li Îranê heye, divê çareserî jê re were dîtin. Niha herhalde ne mimkûn e ku mirov bêje li Îranê pirsgirêka Kurd hatiye çareserkirin. Eger nehatiye çareserkirin divê bê çareserkirin. An dibe ku alozî, şer, her cure rewş xwe bide der. Ev ne kehanet e. Ne tercîh e. Encam e ku rewşa objektîf, rewşa herêmê, rewşa dîrokî datîne pêş me.

Bê guman Îran li herêmê xwedî kevneşopî û dîrokekê ye. Her tim bandora xwe li Rojhilata Navîn kiriye. Îro jî di siyaseta herêmê de hêzek e. Lê, êdî di vê merheleyê de dewlet nikarin wek berê hebûna xwe di karakterên berê de bidomînin. Êdî bi taybet jî dewletên mîna Îran, Tirkiye, nikarin bi hêzên xwe yên leşkerî yên mîna pêvajoyên Osmaniyan an jî Sefawiyan polîtîkayên xwe berdewam bikin. Welatên wisa tenê pirsgirêkên hundirîn, pirsgirêkên civakî çareser bikin û xwe bigihînin karakterek demokratîk wê bikaribin di qadên aborî, civakî de aştiyane bijîn. Êdî rêya wê bihêle li herêmê wek hêzekê dewlet xwe bidomînin, ferasetek rast a rêveberiyê, feraseta civakê, feraseta siyasetê, îstiqrar û aştî ye. Lewma Îran welatekî bi bandor e û xwedî kevneşopiyek wisa ye. Îran ew dewlet û welat e ku xwedî tecrubeya herî zêde ya dewletê ye. Hêza xwe ya dîplomatîk heye, siyasî heye, hêza çareserkirina pirsgirêkan jî heye, dikare mudaxele jî bike, wek dîrokî jî xwedî kapasîteyek xurt e. Eger vê bi nêzîkatiyek demokratîk, bi helwesteke nûjen a ku li Rojhilata Navîn pêdivî pê heye bimeşîne, wê Îran di çareserkirina tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn de xwedî rol be, her wiha wê bi hêza xwe ya siyasî, aborî û sosyal jî bandorê bike. Divê ev jî xwezayî bê dîtin. Ji ber ku civaka wê xwedî dîrokek cîvakî ye ku sînor bêwate ne, di nav xwe de têkîliyên wê yên zêde hene, pêşketinên cur bi cur hevûdu bandor dikin. Eger vê komkirin û ezmûnên xwe ne bi şêweyê hegemonya, dagirkerî, kontrolkirina civakên din bi kar bîne, bi karakterek demokratîk, li gor şertên demê, bi hêza civaka dîrokî binirxîne wê demê wê bandora wê wek pêvajoyek xwezayî ya civaka dîrokî be. Jixwe gel ji vê jî zerarê nabînin. Em wisa li bûyeran dinêrin. Ji bo Îranê jî wisa, ji bo Tirkiyeyê jî wisa lê dinêrin. Heta, Îsraîl jî bi hebûna xwe ya dîrokî û ya niha bikeve nav nêzîkatiyek rast a polîtîk, wê bi rastî jî bibe awantajek a Rojhilata Navîn. Ya girîng ew e ku divê mirov li Rojhilata Navîn rast nêzî çareseriya pirsgirêkan bibe.

Tevî pêşketinên qismî yên li çar parçeyan jî Kurd di bin dagirkeriyê de ne, her roj bi dehan ciwanan şehîd dide, divê di wadeyek orte de ji bo têkoşîna xwe ya azadiyê çi deyne ber xwe?

Kurdan 40 sal in têkoşînek mezin didin. Li dijî vê jî hêzên mêtinger êrîşên giran anîn ser. Salên 1990’î, ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd bişkînin, gund şewitandin, 4 hezar gund û gundik vala kirin. Niha jî bajar hilweşandin, şewitandin. Van deveran vala dikin an jî dixwazin veguherînên wargehên ku karibin sîstema xwe ya qirker bidin meşandin. Kurdan li dijî mêtingeriyek wisa zalim qirker bi deh hezaran şehîd dan. Wisa jî Kurd bûn ew gelê ku jiyana azad û demokratîk herî zêde heq dikin. Ev têkoşîna bi dehan salan ji bo Kurdan bû vejîn; taybetmendiyên nû yên girîng pê da qezençkirin. Ji cihê hatin koçberkirin, lê li cihê ku koç kirinê jî tevkarî bi têkoşîna azadî û demokrasiyê re kirine. Mêtingeriya qirker hedef kir ku bi koçberkirina neçarî bigihêje armanca xwe. Lê, şert û merc çi dibin bila bibin, Kurdan têkoşîna xwe domandin. Êdî Kurd ne ew gel e ku dest ji Têkoşîna xwe ya Azadiyê berde. Bi biryar e ku li gel jin, ciwanên xwe têkoşîna xwe dewam bike.

Şerê taybet ê Tirk ji bo şikandina vê îrade û biryardariya Kurdan şerekî gelekî qirêj dimeşîne. Dewleta Tirk serî li rêbazên dermirovahî dide. Li cihekî din ê cîhanê bibûya, wê tevahî mirovahî rabûya ser piyan. Lê, ji ber welatê NATO’yê ye, têkîliyên wê yên DYA û Ewropa hene, derfetên xwe yên aborî û siyasî bi kar tîne, xwe difiroşe, ev êrîşên giran ên bi şêweyê qirkirinê ji hêla van dewleta nayê dîtin. Di demên dawî de ev êrîş hê girantir bûne. Ne tenê li qadên berxwedanên xwerêveberiyê; li kû derê kesek derket kolanê hat gulekirin. Bêyî jin, zarok, kal guhdar bikin qetil kirin. Cenaze li kolanan dihatin hiştin. Her cure heqaret li cenazeyan dihate kirin. Xwedî zihniyetek wisa ye. Dewleta Tirk a ku tevî hemû êrîşan jî nikarîbû Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd bişkîne, niha jî dest davêje binçavkiriyan. Dest bi rêbazek wisa kiriye. Dixwaze bi destavêtinê îradeyê bişkîne, bixîne. Ewqasî nemerd e. Êdî nakeve nav ti pîvanên exlaqî, wijdanî. Hewl dide her cure rêbazên xirab ên dîroka mirovahiyê li ser Kurdan biceribîne. Ji milekî her cure teknîka leşkerî, wesayîtan bi kar tîne, ji milê din jî zorê li gel dike, malên gel hildiweşîne, dişewitîne. Niha jî destavêtina jin û mêrên binçavkirî lê zêde kiriye. Yên binçavkirî vê bi raya giştî re parve nakin, lê rastiyek wisa heye. Her roj agahiyên wisa, rapor ji me re tên.

Niha qirkeriyek wisa heye. Lê li dijî vê jî berxwedanek dîrokî heye. Jixwe ev rastî giştî jî nîşan dide ku gelê Kurd jiyanek azad û demokratîk maf dike. Tevî hemû êrîşan jî em di çareseriya pirsgirêka Kurd de sînoran nakin problem û dixwazin bi gelên Tirkiye, tevahî gelên Sûriye, gelên Îranê, Iraqê re çareser bikin. Rêber Apo dibêje nêzîkatiya netew-dewlet çareseriyê nayne. Çendan caran destnîşan kir ku dewlet azadiyê nayne. Lewre jî got gelê Kurd wê herî zêde bi demokratîkkirina Tirkiye, demokratîkkirina Sûriye û Iraqê demokrasiyê bi dest bixe. Lewma em bawer dikin ku Kurd ne bi dewletê wê bi demokrasiyê hê xurttir bi ser keve, bibe gelê ku li Rojhilata Navîn bi pêş ve diçe. Ya rast teqez ev e. Divê mirov rewşa îro û îhtîma ku Kurd bibin dewlet tevlîhev neke. Pêwîst e mirov destkeftiyên demokratîk û yên dewletparêz hevrû bike.

Dewleta Tirk ewqasî zilmê dike ku an jî mêtingerên qirker ewqasî zilmê bi ser gelê Kurd tîne ku Kurd hema hema wê bibêjin bila ti têkîliyên me bi van dewletan re nîn be, dîwarên herî bilind mabeyna me de bên avakirin, em êdî bi hovîtiya wan, sepanînên wan ên dermirovahiyê re hevrû nemînin. Wê bibêjin bi vê dewletê re jiyan nabe. Bi vî şiklî jî nerazîbûnên xwe yên li dijî dewletên heyî wiha tînin ziman. Ev jî rastiyek dide der. Em vê fêm dikin. Ji ber ku sepanînên dewleta Tirk bi rastî jî dermirovahî ne. Dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne, bê exlaqî ne. Dema berxwedanên xwerêveberiyê de çi bi serê cenazeyan de anîn me dîtin. Niha jî ji bo agahiyê ji jin û mêrên binçavkirî bigire dest davêjê. Ma ev tê qebûlkirin?

Li dijî dewletek wisa jixwe ciwan jî, jin jî dibin fedaî. Li dijî zalîmê wisa, tevahî Kurd dikarin xwe bikin bombe û biteqînin. Yên difikirin ku wê bi zilmek wisa, bi sepanînên bêexlaqî îradeya Kurdan bişkînin, bila baş bizanibin ku wê bibin sedema hêrsek mezin û di bin vê de bipelçiqin. Lewma jî em polîs, leşker, her kesên ku serî li kiryarên wisa didin hişyar dikin; divê ev fail bizanibin ku her cure bertekê heq dikin. Nirxên mirovahiy hene, exlaq heye. Exlaq û çanda şer jî heye. Pîvanên şer hene. Pîvanekî dijminahiyê heye. Dewleta Tirk ev tevahî ji dest dane. Herhalde rêbaz û nêzîkatiyên ku AKP’ê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê daye civakê, polîs û leşker anîne vî halî. Çandek şer a eşîran, komên kevnar, mirovên berê hene. Îro li cîhanê behsa hiqûqek şer tê kirin. Dewleta Tirk ev tevahî binpê kirine, di şerê Kurdan de ji bo şikandina îradeya Kurdan, pelçiqandinê dibêje her rê û rêbaz rewa ye. Em ji vir bang dikin; erê şer heye, lê her rê û rêbaz ne rewa ne. Yên şer ji şerbûnê derxe, wê xwe ji her tiştî re jî amade bikin. Herî dawî em dixwazin hişyariyek wisa bikin.

Yê me de wadeyên nêz, orte û dûr de projeksiyona me demokratîkkirina Rojhilata Navîn, li ser esasê demokratîkkirina welatên herêmê, xweseriya demokratîk a Kurdan e. Jiyanek bi nasname, çand, ziman, azadî û demokratîk e. Dema Kurd gihişt jiyanek wisa azad û demokratîk wê bi çand, ziman, hebûn, zihniyeta xwe ve pêşketina xwe ya di dîrokê de bidomîne, rûmeta xwe ya bûyina gel bi dest bixe, bi nirxên xwe yên xurt jî wê tevakariyê bi jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bike. Rol û siberoja Kurdan a sedsala 21’emîn wê di vê çarçoveyê de be.