Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundên Mêrdînê dibarînin
13 gundên Mêrdînê yên ji aliyê Walîtiya Tirk a li Mêrdînê ve hatin qedexekirin, bi balafirên şer ên dewleta Tirk hatin bombekirin.
13 gundên Mêrdînê yên ji aliyê Walîtiya Tirk a li Mêrdînê ve hatin qedexekirin, bi balafirên şer ên dewleta Tirk hatin bombekirin.
13 gundên navçeyên Mehsert, Midyad û Nisêbînê, ku ji aliyê Walîtiya Tirk a li Mêrdînê ve derketina derve li wan hat qedexkirin, bi balafirên şer hatin bombekirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, herêma Ziyaerta Keferdê ya di navbera gundên Golê, Fafê û Talatê de ye, bi balafirên şer ên bi tîpa F-16 hatiye bombekirin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi vê herêma bejahî ket.
Liv û tevgera balafirên şer a li herêmê dewam dike.