BI DÎMEN

Avesta: Ji bo Serok Apo em dengê xwe bilindtir bikin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Avesta li ser xeteriya rewşa Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji ANF'ê re axivî û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo, divê gelê me dengê xwe bilindtir bike, çalakiyên xwe hîn radîkal bike û dest ji kolanan bernede."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta li ser xeteriya rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo, divê gelê me dengê xwe bilindtir bike, çalakiyên xwe hîn radîkal bike û dest ji kolanan bernede."

Avesta di destpêka axaftina xwe de komkujiya li Qamişloyê şermezar kir û got, "Ez hemû kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînim."

Avesta bal kişand ser hewldana darbeyê ya di 15'ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê rû da û bibîr xist, ku hê gelek aliyên nediyar ên vê hewldana darbeyê ya neserketî hene.

Avesta got, "Lê tişta diyar e û tê zanîn, darbeya hikûmeta AKP'ê û ya Erdogan li ser gelê Kurdistanê bênavber dewam dike. Berî 15'ê Tîrmehê, bi kîjan şêwazê faşîzane li ser gelê Kurdistanê, bi rengekî dijwarî, qirkirin pêk danî, piştî 15'ê Tîrmehê jî ji vî şêwazê xwe tiştekî ji dest bernedaye."

GELÊ ME, TEVGERA ME, RÊXİSTİNÊN DEMOKRATÎK Jİ TENDURISTIYA RÊBERÊ ME GELEKÎ BI FIKAR IN

Sozdar Avesta da xuyakirin, ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de êrîşên giran li hemberî gelê Kurd tên kirin û ev nirxandin kir:

"Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi Rêber Apo re hevdîtin tine ye. Bi taybetî, 15'ê Tîrmehê weke ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê didin diyarkirin, Wezîrê AKP'ê dibêjin; hewldana kesên xwestin darbeyê pêk bînin, li ser Girava Îmraliyê jî hebû. Lê eşkere nakin bê ev hewldan bi çi rengî bi encam bûye. Gelê me, tevgera me, tevahiya rêxistinên demokratîk, raya giştî ya demokratîk di nava gumanên pir mezin de ne. Em weke tevgera azadiyê ji tenduristiya Rêber Apo, ji ewlekariya Rêber Apo bi fikar in."

ÇALAKIYÊN TÊN LIDAR XISTIN PÎROZ IN, LÊ TÊRÊ NAKIN

Avesta işaret bi çalakiyên gelê Kurdistanê yên di vî warî de tên lidarxistin û got, "Gelê me li hemû qadan bi rengekî berxwedêr di nava çalakiyan de ye, di nava hewldana de ye. Ev hewldanên heta niha tên kirin pîroz in, em vana girîng dibînin. Lê bêguman ev têrê nake. Divê gelê me, hemû kesên ji jiyana Rêber Apo di nava fikaran de ne û jiyana Rêber Apo, hebûna Rêber Apo weke hîmê biratiya gelan, hevgirtina gelan, ji bo aştî, demokrasî, jiyaneke azad dibînin, pêwîste di vê demê de ji her wextê zêdetir dengê xwe bilind bikin, di nava çalakiyan de bin û rojek berî rojekê bi Rêber Apo re hevdîtin were çêkirin."

BEŞDARÊN KONFERANSA SILÊMANIYÊ DIVÊ LI CIHÊ LÊ VEGERIN, BIKEVIN NAVA HEWLDANAN

Avesta bi taybetî bal kişand ser konferansa di 19-20'ê Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê bi sernavê 'Bi fikr û ramanên Rêber Apo de çareseriya krîz û kaosa Rojhilata Navîn' hat lidarxistin û got, "Ev konferans gelekî girîng bû. Beşdarên ji Rojhilata Navîn û derveyî herêmê li konferansê amade bûn, fikir û ramanên Rêber Apo weke azadiya tevahiya gelan, weke pergala gelên bindest, ku ji bindestiyê xilas bibin nirxand û ev baweriya xwe dan diyarkirin; 'çareseriya pirsgirêkan ancax bi fikir û ramanên Rêber Apo dikare pêk were'. Hem biryarên konferansê tenê li wê salonê nemîne. Ew kesên beşdarî konferansê bûn, li hemû qadên diçinê divê di nava hewldanên girîng de bin. Ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin."

ERDOGAN/AKP DIXWAZE BI RÊYA VÊ HEWLDANA DARBEYÊ SER GUNEHÊN XWE YÊN LI KURDISTANÊ BIGIRIN

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir, ku darbeya hikûmeta AKP'ê û Erdogan hê dewam dike û ev tespît kir: "Hemû gunehên ku li hemberî gelê Kurdistanê kiriye dixwazin bi vê darbeyê wan hemûyan paqij bike. Ew generalên li Kurdistanê bi rengekî hovane komkujî li Cizîr, li Sûrê, li Şirnexê, li hemû deran pêk anîn, di wê demê de dihatin xelatkirin, ku doz li wan venebe zirxê ê destnedanê ji wan re avakirin. Heman general îro, dema ku bi ser berjewendiyên AKP û Erdogan ve çûn, bûn xayîn. Berpirsyarê hemû komkujiyên hatine kirin hikûmeta AKP'ê ye, Erdogan bi xwe ye. Îro dibêjin em ê careke din careke din dosya Roboskî vekin. Lê heta duh, ên ku ev Roboskî pêk anî bûn bi destê Erdogan hatin xelatkirin. Divê gelê me bi van nêzîkatiyan neyê xapandin. Divê gelê me vê dirûtiya wan, vê zîhniyeta wan a faşîst nas neke."

JI BO AZADIYA RÊBER APO, BILA GELÊ ME DENGÊ XWE BILIND BIKE

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Avesta işaret bi girîngiya xurtkirina çalakiyan kir û got, "Di serî de ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo hemû kiryarên niha û beriya niha li Kurdistanê pêk anîne divê gelê me dengê xwe bilind bike, çalakiyên xwe hîn radîkal bike û divê dest ji kolanan bernedin. Çalakî bi tenê bi bangekê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê têrê nake. Ew çalakiyên konvedanê yên niha, li hemû qadan divê ew konên hatine vedan bibin meydana azadî, demokras û berxwedanê. Û heta ji Rêber Apo agahiyek bê girtin ew çalakî divê ti carî neyên qedandin."

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Avesta bang li saziyên navneteweyî, di serî de saziyên parastina mafên mirovan, CPT û hemû hêzên demokratîk kir, ku di vê demê de li hemberî xeteriya li ser Ocalan bikevin nava hewldanan û bi vî awayî karibin agahiyeke esasî ji Ocalan werbigirin.

LI KURDISTANÊ ŞER DI NAVBERA XETA FAŞÎZM Û XETA SÊYEMÎN A GELAN DE DIQEWIME

Avesta ragihand, li Kurdistan û Tirkiyeyê êdî xet diyar bûne û got, "Xeta dijberî gelan a faşîzmê, ya ku demokrasiyê bi tenê ji bo berjewendiyên xwe dibîne, azadî ji bo berjewendiyên xwe dibîne. Li aliyê din jî xeta sêyemîn a gelan heye. Ne yê ku dixwaze darbeyê bike, ne jî yê dixwaze di bin navê darbeyê de mexdûriyetê bikin, xwe pê paqij bikin. Xeta sêyemîn, xeta demokratîk a civakeke demokratîk, ekolojîk, azadiya her du cinsan dikarin hemû gelên bindest, hemû bawerî, hemû çand, hemû fikrên cûr be cûr di nava ahengekê de, di nava neteweyeke demokratîk de hembêz bike, divê ev esas were girtin. Ji bo vê jî bilindkirina têkoşînê, tevlîbûneke xurtir, hîn bêhtir xwedîderketina li destketiyên xwe girîng e."

DIVÊ GELÊ ME ROBOSKÎ Û HEMÛ KOMKUJIYÊN AKP/ERDOGAN KIRIYE JI BÎR NEKE 

Avesta got, "Gelê me divê komkujiyên li Kurdistanê çêbûn, di serî de Roboskî, dîsa li Amedê, li Enqereyê, li Pirsûsê û bi taybetî yên di sala 2015'an de rû dan û heta roja îro li Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şirnex û Sûrê pêk hatin, ti carî ji bîr neke. Û bi vê ruhê berxwedana mezin divê li Rêber Apo, li destketiyên xwe xwedî derkevin."

BANGA LI JIN Û CIWANAN

Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de ev bang li jin û ciwanan kir:

"Bi vê munasebetê ez careke din bang li ciwanan, ciwanên Apoyî dikim ku di vê dema ewqasî girîng de kongreya xwe ya pêncemîn çêkirin, xwe bi biryar kirin, bi navê tevgera me vê kongreyê silav dikim. Ku bi ruhê berxwedan Sûr û Cizîrê li hemû qadan li Rêber Apo xwedî derkevin û têkoşîna xwe bilind bikin. Heta ku armancên xwe pêk bînin, divê dest ji kolanan bernedin. 

Banga min ji bo hemû jinan jî heye. Hemû jinên azadîxwaz ên ku azadiya wan bi azadiya Rêber Apo re misoger e, pêwîste ji her demê zêdetir di vê demê de di nava çalakiyan de bin û li ber xwe bidin. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan dikin, kesên demokrat, rewşenbîr, hunermend, xwendekar dikin, ku divê li welat û derveyî welat çalakiyên mezin bikin."