Artêşa Tirk herêma Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Şehba bi dijwarî topbaran dikin û balafirên keşfê li ser herêm digerin.

Artêşa dagirker a Tirk gundê Til-Midîq ê ku Hêzên Şoreşger duh rizgar kiribûn, bi çekên giran weke tank, fuze û doçka bi dijwarî topbaran dike.

Artêşa Tirk ji derdora gundê Til-Çîçan ê li rojhilatê gundê Til-Midîq ê ye, topbaranê dike.

Her wiha artêşa Tirk ji derdora gundê Til-Malid ê di destê çetayan de ye, gundê Hesiye, Um-Hoş, Um-Qura, Herbel û Şêx Îsa yên girêdayî herêma Şehba bi hawin û fuze topbaran dike.

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Hesiye, Um-Hoş, Um-Qura, Herbel û Şêx Îsa digerin.

Der  barê ziyan û zerara rû da, hê ti agahÎ bi dest neketine.