6 xwişk û bira tevlî nava refên YBŞ/YJŞ'ê bûn

Ji bo hilanîna tola gelê xwe 4 xwişk û 2 bira tevlî nava refên YBŞ û YJŞ'ê bûn. Her şeş xwişk û bira, li dijî dijminê mirovaniyê li rex hev şer dikin.

Şervana YJŞ’ê Axîn Êzidxan û şervanê YBŞ’ê Agir Şoreş hestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Şervana YJŞ'ê Axîn Êzidxan diyar kir ku ew ji ber fermana li civaka Êzidî rabû tevlî nava refên berxwedanê bû û got, ""Ez di sala 2014'an de tevlî bûm. Sedema tevlîbûna min, komkujiya li gelê me yê Êzidî hate kirin e. Bi taybetî jî mirovên ji ber tîna fetisîn, bi hezaran jinên ketin destê DAIŞ'ê, dayik û xwişkên me bandor li min kirin. Çima ewqas êrîş li jinê hatin kirin, di qetlîamê de herî zêde jin hate kuştin, jin hate revandin û firotin. Vê yekê bandor li min kir û hişt ku ez biryara tevlîbûna li nava refên YJŞ'ê bidim."

'JI BO GEL LI BIN DESTAN NEMÎNE, EZ TEVLÎ NAVA YJŞ'Ê BÛM'

Êzidxan destnîşan kir, ku hovîtiya li civakê hate kirin û êşa hate kişand bû sedem ku ew rahêje çekê û civaka xwe biparêze e. Êzidxan bi berdewamî got, "Ji her derê heval hatin şehîd bûn, bi taybetî ji Bakurê Kurdistanê. Li pêşberî vê yekê em ê çawa bêdeng bimînin, çima em nikaribin çekê rakin. Ji ber vê yekê em êdî nikarin vê qebûl bikin. Heya niha ya ku bû sedema komkujiyan û rabûna fermanê, nebûna rêxistinbûnê bû. Ciwanên Êzidî êdî xwedî hêz in, ji bo em tola gelê Êzidî hilînin, em tevlî nava refên YBŞ'ê bûne. Ji bo civakeke nû were avakirin, ji bo pêşî li komkujiyan were girtin û civaka me li bin destan nemîne, me biryar da di nava YBŞ/YJŞ'ê de cih bigirin. Cihgirtina li nava hêzeke bi vî rengî ji bo me tiştekî pîroz e."

JI MALBATEKÊ 4 XWIŞK Û 2 BIRA DI NAVA REFÊN YBŞ/YJŞ'Ê DE NE

Êzidxan axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji malbata me em çar xwişk û  du bira tevlî bûne. Ev ji bo me berbilindiyeke mezin e. Em ji bo gelê xwe, ji bo Êzidiyan, ji bo axa xwe ya pîroz şer dikin û di nava rêxistinê de dixebitin. Tiştekî gelekî xweş e ku li kêleka te hem hevalên te, hem jî birayên te hene. Ev hesteke gelekî cuda ye. Tu bi birayê xwe re têdikoşe, pê re li nava rêxistinê ye. Kêfxweşiya herî mezin e ku tevî xwişk û birayên xwe di nava YBŞ'ê de şer dikim."

Êzidxan ragihand, ji bo xwe ji sîstema qirêj a dijmin xilas bike, ew xwe di akademiyan de perwerde dikin û wiha pê de çû: "Di akademiyê e me hem xwe perwerde kirin, hem jî em li dijî zîhniyeta qirêj a sîstemê têkoşiyan. Di akademiya me de hemû ciwanên Êzidî ne, xwişk û birayên hev, xizmên hev hene. Hemû bi hev re di nava YBŞ'ê de têdikoşin."

Êzidxan herî dawî wiha got: "Di akademiya Şehîd Berxwedan de em dixwazin felsefeya Rêber Apo û têkoşîna wî fêhm bikin. Ji ber ku têkoşîneke azad e, fikrekî azad e, em dixwazin hîn bêhtir hîn bibin. Ji bo ku em fêr bibin û piştî wê jî em bikaribin di nava Êzidiyan de belav bikin û bikin ku civaka Êzidî bi rengekî azad bijîn, em di nava hewldanan de ne. Em dixwazin her ciwaneke/î Êzidî kiaribin di nava vê têkoşînê de, di nava vê rêxistinê de cih bigire. Xwe birêxistinkirn, parastina xwe û axa xwe, ji bo me tişta herî esas e. Ji bo em karibin vî gelî ji binê zilmê derxînin û bikin ku bi azadî bijî, bang li hemû keç û xortên Êzidî dikim ku tevlî nava refên YBŞ/YJŞ'ê bibin. Eger em dixwazin bi rengekî azad bijîn, divê em heta azadiya Rêbe rApo û gelê xwe têbikoşin."

'ÊZIDIYÊN KU ZILMÊ QEBÛL NAKIN, PÊWÎSTE TEVLÎ NAVA YBŞ'Ê BIBIN'

Şervanê YBŞ'ê Agir Şoreş, ku birayê Axîn Êzidxan e sedem û şêwazê tevlîbûna xwe wiha vegot: "Di sala 2014'an de tevlî bûm. Ji ber ku komkujî li gelê me hat kirin, ferman hate rakirin, ez tevlî bûm. Sedemek ev bû. Ya din jî; dema ku em li ser vê axê diijî û dibîne ku gelê me tê qetilkirin, divê mirov nesekine û li rêyeke çareseriyê bigere. Ew rê jî tevlîbûna li nava refên YBŞ'ê ye. Li ser vê esasê ez tevlî bûm. Însanê li pey heqîqetê be, ji neheqiyê re, ji zilmê re bê deng nemîne divê tevlî nava YBŞ'ê bibe." 

'EM KÊFXWEŞ IN KU XWIŞK Û BIRA LI KÊLEKA HEV IN'

Şoreş û xwişka xwe Axîn di çeperekê de li hemberî djiminên Êzidxanê têdikoşin. Şoreş der barê têkoşîna li çeperekê ya xwişk û bira de wiha axivî: "Em niha çar xwişk û du bira di nava YBŞ'ê de cihê xwe digirin. Ev ji bo me şensekî mezin e, tişta herî xweş e û pîroz e. Di nava YBŞ'ê de mirov dibin şopdarên heeqîqetê, tola gelê xwe hil didin. Lewma tiştekî gelekî pîroz e ku tevlî nava refên YBŞ'ê bûme. Niha ez û xweişka xwe tevlî akademiya Ş. Berxwedan dibin. Armanca me ya tevlîbûna vê perwerdeyê ew e ku ji aliyê fikir ve xwe bi pêş bixin, zelal bikin û tevlîbûneke xurt çêbikin. Em weke xwişk û bira bi hev re perwede dibînin. Ev ji bo me şensekî mezin e."

Agir Şoreş herî dawî bang li ciwanên Êzidî kir û got, "Werin rastiyê bi çavên xwe bibînin, werin tola gelê xwe rabikin. Em çiqas bêjin ji derve baweriya mirov çênabe û bikevin nav de divê rastiyê bibinîn û tola gelê xwe rabikin. Li malê bêdeng rûniştin dijminê me xurt dike. Lewma divê em bêdeng nemînin."