1'ê Gulanê li Amedê tê pîrozkirin

1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li Kurdistanê jî bi coş tê pîrozkirin. Pîrozbahiya li Amedê ji aliyê Platforma Kedê ve li meydana Stasyonê (5'ê Hezîranê) tê pîrozkirin. Gel bi qîrîna dirûşmên ji bo aştî û azadiyê diherike qadê.

Qada Stasyonê (5'ê Hezîranê) bi bend û nuqteyên kontrolê yê polîsan hatiye dorpêçkirin. Ji meydanê dirûşmên "Bijî berxwedana Kurdistanê", "Bijî berxwedana Nisêbînê", "Bijî 1'ê Gulanê", "Azadiya Kurdistanê" bilind dibin.

Li aliyê din, wezîfedarên ji aliyê Platforma Kedê ev hatine destnîşankirin, li qadê digerin.

Li herêma ku alên KESK, DÎSK, Egîtîm-Sen û Tum Bel Senê dihejin, kedkar bi yek dengî Sir3uda 1'ê Gulanê û stranên şoreşgerî distirên, govendê digerînin.

...